Heyeta Ewropa: Em ê qedexeyan bi cîhanê re parve bikin

EDÎRNE - Heyeta Ewropayê ya ku serlêdana wan a bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re hat redkirin, li ber girtîgehê daxuyaniyek da û ev tişt gotin: “Dema em tên me li derveyî van deriyan dihêlin. Heta destûra ketina me bidin em ê hatina xwe ya li vir bidomînin. Em ê qedexeyan ji cîhanê parve bikin.”

Heyta Ewropayê ya ku ji aliyê Komisyona Hemwelatiyên Tirkiyeyê ya Yeketiya Ewropayê (EUTCC) ve hat organîzekirin û ji Parlamentoya Ewropayê (PE), Konseya Ewropayê (KE), rojnameger û nivîskaran pêktê piştî hevdîtinên li Amedê di saetên sibê de hatin Edîrneyê. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya û endamên partiye bi heyetê re eleqedar bûn. Heyeta ku xwest bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye hevdîtin pêkbînin, ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi biryara Wezareta Dadê hat redkirin.

Heyeta ku daxwaza wan hat redkirin li ber girtîgejê daxuyaniyek da çapemeniyê.

'EM NaXWAZIN VAN DÎMENAN BIJÎN’

Destpêkê Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya axivî û diyar kir ku tu ravekirina bêhiqûqî girtina parlamenteran tune ye. Kaya da zanîn ku heyeta ku ji bo pêkanînan di cih de bibînin hatin bê bersiv hatine hiştin û wiha got: “Heyet dê bêmafiyên li vir tên jiyîn li her cihî vebêjin. Em naxwazin van dîmenan bijîn. Em ji vê ne memnûnin. Xwezî ev bêmafî neketibana rojeva cîhanê.”

Piştî Kaya li ser navê delegasyonê endamê perwerdehiya Zanîngeha Cambridge Thomas Jeffrey Miley, nafê axaftinê girti û wiha got: “Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû me derbarê bêhiqûqiyên li Tirkiyeyê tên jiyîn agahî girtin. Ji bo em bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin me serî li Wezareta Dadê da. Em ê derbarê bêhiqûqiyên di pêvajoya referandumê û binpêkirinên mafan de raporekê amade bikin.”

‘LI VIR DEMOKRASÎ DI BIN ÊRÎŞÊ DE YE’

Ji parlamentere PE’yê Julia Ward jî bi lêv kir ku ev 3 care tê Tirkiyeyê, her carê paşde hatine şandin û wiha pêde çû: “Li vir demokrasî di bin êrîşê de ye. Ez wekî keseke bi riya demokrasiyê hatime hilbijartin, ji bo bal bikişînim li ser rewşa parlamenterên wekî min hatine hilbijartin li virim. Ji bo ji tarîtiyê re bibin ronahiyek li virim. Dema em tên me li derveyî van deriyan dihêlin. Heta destûra ketina me bê dayîn em ê hatina xwe bidomînin. Em ê qedexeyan bi cîhanê re parve bikin.”

Piştî daxuyaniyê heyet bi aramanca bernameya xwe bidomînin ji Edîrneyê veqetiyan. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya jî sersaxî li malbata berendamê HDP’ê yê Roman Sedat Zimba da.