Encu carekdin hat binçavkirin

STENBOL - Parlamentere HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu carekdin hat binçavkirin.

Parlamentere HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku di 4’ê Mijdarê de hat girtin û di 15'ê Sibatê de hat berdan li Balefirgeha Şerefettîn Elçî ya Şirnexê hat binçavkirin. Encu di 15'ê sibatê de ji Girtîgeha Kandira hatibû berdan. Encu, li ser îtîraza dozger dîsa hat binçavkirin. Der barê Encu de heta 22 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Encu birin Edliyeya Cizîrê.