'Di nava 3 rojan de gund vala bikin an emê bişewitînin!'

ENQERE - Di 8'emîn rûniştina doza JÎTEM'ê ya Qoserê de mexdûrê bûyerê Şehmus Suer, diyar kir ku Serhengê teqawît Hasan Atilla Ugur gef li wan xwarin û got: "Di nava 3 rojan de hûn gund vala nekin emê bişewitînin û gef xwar. Parêzer Erdal Kuzu jî diyar kir ku ev doz sûcê dewletê yên salên 90 nîşan didin û wiha got: "Ji hemû dozên ku bi riya SEGBİS'ê pêk bê encam dernakeve."

8'emîn rûniştina doza JÎTEM'ê ya Qoserê ya bersûcên berpirsiyara înfaza 22 kesên di salên 1992-96'an de hatin kuştin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Doza ku Serhengê teqawît Hasan Atîlla Ugur, Fermandarê Cendirmeya Bajar Serheng Eşref Hatipoglu, Fermandarê Cendirmeyan a Bolukê Ahmet Boncuk, Serçawîş Unal Alkan û cerdevanê gund Abdurrahman Kurga, Mehmet Emin Kurga, Ramazan Çetin, Mehmet Salih Kilinçaslan û Îsmet Kandemir jî tên darizandin berdewam kir. Di rûniştinê de bersûc Unal Alkan, parêzerê mexdûr û parêzerên bersûcan amade bûn. Dîsa ji girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê mexdûr Haddure Guven, Şehmus Suer û Habib Demîr û parêzerê mexduran Erdal Kuzu bi riya SEGBİSê tev li rûniştina doza ku li Enqereyê hat dîtin bûn. Ji parezerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwazan jî Nazan Kaynak û parêzerên din wekî çavdêr başdarî dozê bûn.

HÛN GUND VALA NEKIN EMÊ BIŞWETÎNIN

Di rûniştinê de mexdûrên ku li Mêrdîn bi riya SEGBÎS'ê amade bûn îfade dan. Mexdûr Şehmus Suer, diyar kir ku di sala 1993'an de fermandarê teqawît Serheng Hasan Atilla Ugur û leşkerên xwe bi ser gundê wan Akçapinarê de girt û gefa "Ger di nava sê rojan de hûn gund vala nekin emê bişewitînin." li wan xwariye. Suer, anî ziman ku piştre gundê wan şewitandin û neçar man ku koçî Qoserê bikin. Suer anî ziman ku ew dozdar e û ji ber ku mexdûr bûye zerara xwe dixwaze.

HEVSERÊ MIN LI MALÊ KUŞTIN

Piştre mexdûr Haddure Guven, bi kurdî parastin kir û wiha got: "Hevserêmin Suleyman Unal hat kuştin. Cerdevanan hevserê min kuşt. 4 kes bi texsiya torosa spî hatin. 2 kes li derve man û 2 kes jî ketin hundir. Hevserê min di malê de kuştin. Rûyê wan girtî bû. Min pûşa li ser ruyê wan rakir yekî çûr bû. Ez ji wan bi gilî me.

Mexdûr Habip Demir jî anî ziman ku birayê wî yê şivan Memduh Demir ji aliyê Fermandarê Milê 7'emîn ê Artêşê Eşref Hatipoglu ve bi helîkopterê hat revandin û birin Amedê û wiha got: “Di sala 1995'an de birayê min ê Şivan Memduh Demir dema li çiyê pez diçêrand di mela Gulanê de di navbera PKK û TSK'ê de şer derket. Fermandar Eşref Hatipoglu birayê min bi helîkopterê bir Amedê û winda kir. Ez dozdor im.

BI RIYA SEGBÎSÊ ENCAM NASTÎNE

Parêzerê Mexdûran Erdal Kuzu jî anî ziman ku ev doz sûcê dewletê yên salên 90 nîşan didin û wiha got: "Ji hemû dozên ku bi riya SEGBİS'ê pêk bê encam dernakeve. Ez mexdarî muwekilê xwe Suer dibim. Gund hat şewitandin. Divê doz bi tevahî bê destgirtin û bersûc bên darizandin û cezakirin. divê hemû bûyer bi hevre bên nirxandin. Dema mirov li hemû bûyeran dinere dibîne ku sûcên dewletê ne. Mexdûr ji aliyê dewletê ve hatine mexdûrkirin.

Heyetê piştî li ifadeyê bersûcan jî guhdar kir navber da rûniştinê. Heyetê piştî navberê biryar da ku şahidê nepen bi riya SEGBİSê li Mêrdînê beşdarî rûniştinê bibe. Dîsa xwest bersûcê nepen “Aydos” nasnameya wî bê tespîtkirin. Heyetê daxwaza Habib Demir û Haddure Guven ya beşdarî dozê bibe jî qebûl kir û daxwaza parêzer Erdal Kuzu a bila mexdûr û şahidên din jî beşdari dozê bibin qebûl kir.

Heyeta dadgehê doz taloqî 10'ê Gulanê kir.