AMED - Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bên dîtin û darizandin di hefteya 64'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan diyar kir ku soz dan ku dozê ronî bikin, lê sozên xwe pêk neanîn.
Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê hat qetilkirin, bê ronikirin û cezakirin, li ber Edliya Amedê daxuyanî da. Gelek parêzerên Baroya Amedê di daxuyaniyê de amade bûn. Di çalakiya hefteya 64’an de Pankarta bi kurdî û tirkî ya "Em te ji bîr nakin" ku wêneyê Elçî li ser vekirin. Li ser navê Baroyê Cîgirê Serokê Baroya Amedê Velat Alan daxuyanî da. Alan, anî ziman ku di ser kuştina Elçî ya di nava rojê de li pêş kamerayan pêk hat 64 hefte derbas bûn, lê hêj nehatine ronîkirin. Alan, anî ziman ku sozên ji bo ronîkirina dozê dan, lê so zên xwe pêk neanîne. Alan, xwest kujer bên ronîkirin û dorizandin û got: "Sozên ku dan Buroya Amedê divê pêk bên. Divê ev bûyer ronî bibe û kujer bên darizandin."
Daxuyanî piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.