ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê çend roj berê hat tahliyekirin, îro li Balafirgeha Şirnexê dîsa hat binçavkirin û paşê hat girtin.
Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu ku di 15'ê sibatê de bi biryara 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê serbest hatibû berdan, li ser îtîraza Dozgeriya Şirnexê dema hat Balafirgeha Şerafettîn Elçî hat binçavkirin. Encu yê ku anîn Adliyeya Cizîrê bi rêya SEGBÎS'ê îfade da 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê. Piştî navberê heyeta dadgehê parvekirinên Encu yên li ser tora civakî hincet nîşan da û bi îdiaya, "endamê rêxistinê ye" biryara girtina Encu da.
Malbata Encu ku ji bo peşwazîkirinê hatibûn Cizîrê li ber derê edliyeyê bertek nîşanî biryarê dan. Dayika Encu, Halîme Encu got, "Kesên 34 xizmên me qetil kirine destûr nadin kurê min bê berdan."
Encu li wesayîta zirxî ya leşkerî hat siwarkirin û nehat zanîn ka Encu birine ku derê.