Li Sêrtê 3 kes hatin girtin

SÊRT- Li Sêrtê, ji 6 kesên 5 roj berê hatibûn binçavkirin 3 jê serbest hatin berdan û 3 jê jî hatin girtin.

Li navçeya Misircê ya Sêrtê, 5 roj berê di serdegirtinên malan de 6 kes hatibûn binçavkirin. Her 6 kes ji bi îfadedayînê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 6 kesên di nav de rêveberên HDP'a Misircê jî di nav de piştî karên li dozgeriyê, welatiyê bi navê Ugur Eren serbest hat berdan, 5 kesên din bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Ji kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, rêvebera HDP'a navçeyê ya berê Nadire Uçar û Hevseroka HDP'a Misirci Esmer Baran serbest hatin berdan. Xebatkarê NÇM'ê Abdullah Yorulmaz, rêveberê DBP'a Misircê Ali Ihsan Eviz û rêveberê HDP'a navçeyê yê berê Zubeyir Yoltay bi îdiaya "endamê rêxistinê" hatin girtin.

Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

Li gel vê li navçeya Berwariyê jî duh di serdegirtinên malan de 3 kes hatin binçavkirin. Mebesta binçavkirina her sê kesan nehat zanîn û her wiha hat hînbûn ku ew birine fermandariya Cendirmeyan a Bajêr.