36 kes serbest hatin berdan

EDENE - Li Edeneyê zarok jî di nav de 36 kes serbest hatin berdan û her wiha zarok jî di nav de karên îfadedayîna 19 kesan jî li mduuriyeta polîsan didome.

Li Edeneyê, di operasyonên ji ber 18'emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê hatin kirin de, zarok jî di nav de 55 kesên hatin binçavkirin, 36 jê îro piştî karên li muduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. 36 kesên li dozgeriyê îfadeya wan hat wergirtin serbest hatin berdan.

Her wiha zarok jî di nav de karên îfadedayîna 19 kesan jî li muduriyeta polîsan didome.