RIHA - Li Wêranşara Rihayê, li nêzî lojmanên dadwer û dozgeran teqîneke mezin pêk hat.
Li Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê li nêzî lojmanên dadwer û dozgeran teqîneke mezin pêk hat. Hat diyar kirin ku di teqînê de gelek birîndar hene.
Piştî teqînê gelek polîs û ekîpmanên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
WALÎTIYÊ DAXUYANÎ DA
Waliyê Rihayê Gungor Azim Tuna, ragihand ku teqîn bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatiye û di bûyerê de zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.