ŞIRNEX- Parlementerê HDP'ê yên Şirnexê Ferhat Encu yê dîsa hat girtin, nayê zanîn ku ew birine kuderê.
Parlementerên HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê duh na pêr hat tahliyekirin û îro dubare hat girtin, hat diyarkirin ku piştî li ber Edliyeya Cizîrê li wesayîta zirxî hatiye siwarkirin ew birine Şaxa TEM'ê ya Muduriyeta Polîsan a Şirnexê. Li ser vê parêzeran li Şaxa TEM'ê geriyan, lê polîsan ji wan re gotiye "Ne li vê derê ye."
Her wiha parêzeran ragihand ku, biryara girtina Encu di UYAP'ê de tune ye.