MÊRDÎN - Li bajaroka Ewîna ya navçeya Stewrê gel got, "Çimkî em ne şer, aştiyê dixwazin" û anîn ziman ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
.
Dê li bajaroka Ewîna ya Stewrêya Mêrdînê, gel di referandûmê de bibêje "Na". Gelê Ewînayê got, ji bo ew bibêjin "Erê" tu sedemek tune ye û dest nîşan kirin ku, di serdemeke ku mirov tên qetilkirin, bi awayekî derhuqûqî tên girtin gotina "Erê" deraqilî ye.
'JI BO FIKR Û RAMENEKE AZAD 'NA''
Ji niştecihên bajarokê Welat Uyuk, dest nîşan kir ku îktîdara AK Partiyê di rewşa heyî de bi awayekî fiîlî ji xwe pergala serokatiyê didomîne û got, heke "Erê" derkeve dê ev bê rewakirin. Uyuk wiha axivî: "Hem ji bo fikr û rameneke azad, hem jî ji bo jiyaneke bi aştiyane em ê heta dawî bibêjin 'Na'."
'ERDOGAN ME DIXAPÎNE'
Welatiyê bi navê Şeyhmus Poyraz berisiva gotina Serokomar Erdogan a "Heke miletê me firsenda yekpartiyê bide dê îtikrar bidome" da û wiha got: "Erdogan me dixapîne. Heke 'Erê' derkeve dê ev alozî zêde bibe. Tiştên îro tîne erê me, dê 7 qatê wê bîne û amadekariyên wê dike."
'HÊVÎDAR IM EV HILBIJARTIN JI BO HER KESÎ BI XÊR BE'
Welatiyê bi navê Şerif Kalkan, bang kesên ku dê dengê "Erê" bidin kir û got, beriya dengdanê divê her kes li 18 madeyên Qanûna Bingehîn ên hatine guherandin binihêre. Kalkan, got ew ê jî wek her kesî daxwaza aştî û demokrasiyê dike dengê "Na"yê bi kar bîne û wiha axivî: "Ez ê ji vê pergalê teqez nebêjim 'Erê'. Em ne li dijî tu kesî ne. Em li gel demokratan û demokrasiyê ne. Hêvîdar im ev hilbijartin ji bo her kesî bi xêr be."
LI DIJÎ PERGALA MIROVAN QETIL DIKE, BI DERHUQÛQÎ MIROVAN DIGIRE 'NA''
Welatiyê bi navê Onder On jî, got li dijî vê pergala ku mirovan qetil dike, bi awayekî derhuqûqî mirovan digire ew ê heta dawî bibêje "Na" û wiha axivî: "Em ê wek gelê Ewînayê bibêjin 'Na'. Çimkî em ne şer, aştiyê dixwazin."