WAN - Şaredariya Rêya Armûşê ya hawirdora wê bi blokên betonî yên bi bilindahiya xwe 2 metreyan hatiye dorpêçkirin, ji meha Îlonê heta niha ji bilî AK Partiyiyan tu kes riya xwe pê naxe.
Li Wanê ji 12 şaredariyên DBP'î yên qeyûm tayînî wan hatiye kirin, yek jê jî Şaredariya Riya Armûşê ye. Piştî mehan şaredarî veguheriye qereqolekê. Li pêş avahiya şaredariyê ya li Taxa Halîlagayê ye, ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 24 saetan TOMA û wesayîtên zirxî tên sekinandin û her wiha li hundurê avahiyê jî bi dehan polîsên sivîl û yên bi unîformayî nobetê digirin. Hawirdora vahiya şaredariyê ya qeyûm Qeymeqam Cemil Ozturk bi ordîgaheke ewlekaran carinan serdana wê dike, bi blokên betonî yên bi bilindahiya xwe 2 metreyî hatiye dorpêçkirin û ji şaredariyekê bêtir dişibe qereqolekê.
Li nêzî avahiya şaredariyê parkirina wesayîtan qedexe ye û li cem wê qulûbeyeke polîsan a bi camên gule tê re naçên hatiye çêkirin. Xebatkar pêşî di cîhaza X-rayê re derbas dibin û paşê dikevin hudnurê avahiyê û li gel vê li doeyan jî rojane lêgerîna rûtîn heye. Polîsên li ber avahiyê di dest wan de çek hene, esnaf û welatiyên li hawirdorê ditirsînin.
KES BER BI WÊ VE NAÇE
Beriya qeyûmê ji bo welatî pirgirêkên xwe ragihînin xetên giliyê hebûn, bi tayînkirina qeyûm re ev xet hatin girtin. Ji ber tevdîra polîsan û qeyûm, welatî bi mehane naçin şaredariyê.
AK PARTIYÎ JI AVAHIYÊ DERNAKEVIN
Rêveberên AK Partiyê yên navçe û bajaran, di bin navê serdanê ji avahiya şaredariyê dernakevin û di serî de bi qeyûm Ozturk re, bi hemû gerînendeyên yekeyan re hevdîtinan çêdikin û hat îdiakirin ku der barê derxistina kar û girtina karan de agahiyan didin.
Her wiha hat derpêşkirin ku, rêveberên AK Partiyî ji bo referandûmê, da ji derfetên şaredariyê sûdê wergirin ji qeyûm Ozturk daxwaza alîkariyê kirine û Ozturk jî ev daxwaza wan qebûl kiriye.