COLEMÊRG- Colemêrgiyan sedema çima ew ê di referandûma ku di bin mercên OHAL'ê de pêk tê bibêjin "Na" vegotin û wiha anîn ziman: "Em ê bibêjin 'Na' û înşele dê di vê 'Na'yê de xêr û bêrek hebe."
Colemêrgiyan sedema çima ew ê di referandûma ku di bin mercên Rewşa Awarte (OHAL) de pêk tê bibêjin "Na" vegotin.
‘EM Ê NEHÊLIN AV TÊKEVE KEŞTIYÊ'
Ji welatiyan Sadullah Besi ê got "Em hemû di keştiyekê de dijîn. Pêşeroja welat me hemûyan eleqedar dike" dest nîşan kir ku divê gelên Tirkiyeyê bi vê rastiyê tevbigerin. Besi, sedemên çima ew ê bibêje "Na" rêz kirin û wiha axivî: "Em ê pêşeroja xwe radestî biryara ji nav du lêvên kesekî dertê nekin. Hemû gelê me hay ji vê heye. Pergala yekzilamî pêşeroja nifşên me dixe talûkeyê. Banga me li kurd, tirk, laz, erep, misilman û xeyrî misilmanan hemûyan e, divê em destûrê nedin av têkeve vê keştiyê. Em teqez ji pergala yekzilamî re dibêjin 'Na'. Em pergala parlementeriya demokratîk dixwazin. Em dibêjin 'Na' û înşele dê di vê 'Na'yê de jî xêr û bêrek hebe."
‘BI HEZARAN JIN DI GIRTÎGEHÊ DE NE, JI BO VÊ 'NA''
Sidika Kaya, diyar kir ku ji bo zarokên wan li welatekî azad bijîn ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha axivî: "Niha bi hezaran jin di girtîgehê de ne. Jinên bi gopalan dimeşin di girtîgehan de ne. Ji bo pêşeroja zarokên me û aştiya welat em ê li dijî van qanûnan bibêjin 'Na'."
‘HEKE EM WÎ NEDIN SEKINANDIN DÊ BIBE QIRAL'
Abdi Duman jî, dest nîşan kir ku li ser navê 80 milyon mirovî divê zilamek tenê biryarê nede û wiha got: "Ev briyareke çewt e. Ji ber vê em dibêjin 'Na'."
Welatiyê bi navê Osman Akkuş jî wiha sedemên çima ewê bibêje "Na" rêz kirin: "Ew qatil e. Na, na, na. Dê piştî vê qiraltî bê. Kurd, tirk, laz, çerkez, ermenî hemûyan tune dikin. Dê halê vî gelî çi be? Zar û zêç birçî hiştin, perîşan kirin. Dê ev gel bibe yek. Heke yekîtî çênebe dê serî bi vî karî re neyê derxistin. teqez yekîtî divê. Êdî bes e. Êdî bila ev ciwan nemirin, bila bes bên girtin, bila êdî ji peywirên xwe neyên dûrxistin. Na, na, na."