MÊRSÎN - Mufettîşên der barê Hevşaredarê Şaredariya Akdenizê ya qeyûm tayînî wê hat kirin û 4 kesên li gel vî lêkolîn kirin, li gel rastî tu sûcî jî nehatin lê derket holê ku Wezareta Karên Navxweyî destûra lêpirsînê daye.
Der barê Hevşaredarê Şaredariya Akdenîzê ya qeyûm tayînî wê hat kirin Fazil Turk, Alîgira Serokê Şaredariyê Ulfiye Ozcan, Gerînendeyê Avadanî û Bajarsaziyê İbrahim Zorlu û Gerînendeyê Karên Huqûqê Esen Şantut de bi sedema di sala 2010'an de bi biryara Meclîsa Şaredariyê ji aliyê Celiller Tarim Gidayê guherandina plana avadaniyê hatiye kirin, di sala 2015'an de li 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrsînê gilî hatiye kirin. Piştî li şaredariyê jî gilî tê kirin, Meclîsa Şaredariyê di 1'ê Adara 2016'an de civînekê çêdike û piştî pêwendiyên bi Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê re, ji bo çareserkirinê biryara dê hemû raye di destê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê de bin tê dayîn.
MUFETÎŞAN TU SÛC NEDÎT, WEZARETÊ DESTÛRA LÊPIRSÎNÊ DA
Pişt re, dadgehê ji Wezareta Karên Navxweyî daxwaza lêpirsînê kir û di encama vê lêpirsînî de, di Nîsana 2016'an de Mufetîşên Lêpirsîna Îdareya Mulkiyê şandin şaredariyê. Piştî lêkolîna 3 mehan a mufetîşan, biryara kiryar li gor huqûqê ne û rastî tu sûcî nehatiye û divê der barê van kesan de destûra lêpirsînê neyê dayîn. Lê li gel vê biryara mufetîşan jî, Wezareta Karên Navxweyî der barê Hevşaredarê Akdenîzê û 4 kesên din de destûra lêpirsînê da û bi vê destûrê hinceteke skandalî derket holê.
Piştî lêkolîna mufetîşan û piştî ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî qeyûm hat tayînkirin, biryar di 15 Sibatê de hat teblîxkirin. Di biryarê de îfadeya "her çi qas nedayîna destûra lêpirsînê hatibe pişniyarkirin jî" cih girt û hat diyarkirin ku heke biryara destûra lêpirsînê nehatana dayîn, dê ev pêvajo dirêj biajotana.
LÊPIRSÎNA 'ÇIMA WE SÛC NEKIRIYE'
Parêzerê Ulfiye Ozcan, Mehmet Altuntaş têkildarî mijarê axivî. Altuntaş, got beriya qeyûm tayînî şaredariyê bê kirin ew sepandina şaredariyê ne li dijî qanûnê bû, lê belê Wezareta Karên Navxweyî der barê kesên eleqedar ji ber tiştekî derqanûnî nekirine destûra lêpirsîna wan da. Altuntaş, diyar kir ku vê biryara Wezareta Karên Navxweyî kesan teşwîqî sûckirinê dike û got, Wezareta Karên Navxweyî wek ji kesan re bibêje "Çima we tu sûc nekiriye." Altuntaş wiha axivî: "Heke lêpirsîneke der barê Şaredariya Akdenîzê be jî, heke mesele rast be jî lê li dijî rêziknameyê destûra lêprisînê hatiye dayîn."