Emniyetê xwest KYK'ê bursên xwendekaran birî

ENQERE - Li Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê bursên 7 xwendekaran û krediya perwerdehiyê bi fermana emniyetê hat birîn.

Li Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê bursên 7 xwendekarên ku ji Saziya Yurd û Krediyan (KYK) digirin û krediya perwerdehiyê ji ber ku beşdarî 1'ê Gulanê bûne hate birîn. Xwendekarên ku Midûriyeta Bajar a KHK'ê geriyan û agahî xwestin bersiva "Hûn beşdarê pîrozbahiyê 1'ê Gulanê bûn, bursa we hate birîn" girtin. Der barê 15 jê xwendekar 23'ê kesên ku par beşdarî pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Eskîşehîrê bûne de ji aliyê emniyetê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin.

EMNIYETÊ NIVÎS ŞAND

Di encama nivîsa ku emniyetê ji KYK'ê re şandiye de hate hînbûn ku burs û krediya 7 xwendekaran hatine birîn. Di lêpirsîna ku dihat meşandin de bûcdarkirinên "govend gerandin" û "parvekirinên li ser çapemeniya civakî" "bi fermana rêxistinê beşdarî pîrozbahiyan bûne" hat kirin.

Ji ber lêpirsîna di gulana 2016'an de hate vekirin burs û krediya xwendekaran birîn bû sedema nerazîbûnên xwendekaran.

'NEHIQÛQÎ YE'

Ji xwendekaran Gul Hatun Altunkesen wiha got: "Li gorî rêziknameya KYK'ê bursên xwendekarên ku ceza girtine tê birîn. Bêyî ku der barê me de hikmek hebe, hê di asta lêpirsînê de burs û krediyên me hatin birîn, ev yek nehiqûqî ye." Altunkesen di berdewamê de wiha got: "Dewlet ji her fersendê êrîşî muxalîfan dike, em di pêvajoyekî wisa de ne. Niha bi birîna krediyên xwendekaran, mafên wan ên xwendinê ji destên wan girtinê ve vî didin berdewam kirin. Birîna kredî û bursên me derveyî polîtîkaya çewisandinê ya li welat nîne. Sûcên ku ji bo me tê gotin di 1'ê Gulanê de govend gerandin e, roja 1'ê Gulanê ku hemû kesên bi karker, kedkar, jin û bindestan de di nava piştevaniyê de ne nexwezin xwendekar bi van kesan re bin."

'EM Ê MECBÛR BIMÎNIN BIXEBITIN'

Altunkesen wiha pêde çû: "Birîna vî pereyî tê wateya ku mafê meyê xwendinê ji destên me digirin. Tenê 425 TL didan me. Birîna vî pereyî tê wateya di hîn karan de xebitandinê, ev jî dê bibe sedema ku em ji dibistana xwe demê veqetînin û bixebitin."

TEVLBÛNA 1'Ê GULANÊ SÛC NÎNE

Denîz Yilmaz jî wiha got: "Ez li KYK'ê geriyam, gotin ewil nivîsa ji aliyê walîtiyê piştre jî nivîsa emniyetê ya ji bo 1'ê Gulanê şandine bursa wî hatiye girtin. Em ji ber ku beşdarî 1'ê Gulanê bûne tên darizandin, beşdarbûna 1'ê Gulanê nesûc e. Îdia dikin ku bi banga KCK'ê ve em beşdarî 1'ê Gulanê bûne. Ev lêpirsînekî ecêb e. Dîsa KYK ger ku em ceza bigirin dikare bursên me bibire lê niha nikare tiştekî wisa bike."

'EM Ê DI ÎNŞEATAN DE BIXEBITIN'

Şahîn Dag diyar kir jixwe ev kredî têra lêçûnên perwerdehiyê nake bi birîna vî krediyê ve dê mecbûr bimînin ku bixebitin. Dag wiha axivî: "Li gelek cihan kar nadin. Em ê mecbûr bimînin li înşeatan bixebitin. Wekî din jî em mecbûr in biçin dibistanê. Em di nav du tiştan de mane, niha çi bikin nizanin."

Li bajar operasyonên li dijî xwendekaran ji ber ku beşdarî pîrozbahiyên Newroz û 1'ê Gulanê bûne di demên dawî de di operasyonên li dijî HDP'ê de hatine binçavkirin û cezakirin. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê bi riya darazê îtiraz bikin.


Numetullah Başar - dîhaber