Li Edeneyê qeza: 3 karker mirin

EDENE - Li Edeneyê wesayîta ku karker di nav de bû li diwarê malekî qulibî. Di qezayê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 4 jê giran 8 karker birîndar bûn.

Li taxa Yeşîlyurtê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê mînîbusekî ku karker di nav de bûn li cadeya Abdî îpekçî ji ber sedemekî nediyar li diwarê malekî qulubî. Di qezayê de 3 karkerên ku navên wan nehat hînbûn li cihê qezayê jiyana xwe ji dest dan. Ajokarê wesayîtê Alî Sabah Çîpîl (26), Şîrîn Akkaya (44), Elîf Şiçramaz (44), Mustafa Arik (39), Ahmet endez (42), Osman Endez, Canez Işik û Yildiz Tan birîndar bûn. Piştî qezayê CANKUR, îtfaiye û Serwîsa Lezgîn a 112 hatin cihê qezayê. Birîndar rakirin nexweşxaneyan. Polîsan têkîldarî qezayê lêpirsîn da destpêkirin.