Cîgirê Hevşaredarê Cizîrê hat girtin

ŞIRNEX - Cîgirê Hevşaredarê Cizîrê Metin Bayik hat girtin.

Cîgirê Hevşaredarê Cizîrê Metin Bayik ku di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin, hat girtin. Bayik piştî lêpirsîna wî ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî bi îdîaya "Endemtiya rêxistinê" Bayik sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî der barê Bayik de bi heman îdîayê biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.