Li Dêrik û Wêranşarê 26 kes hatin binçavkirin

RIHA - Li navçeya Wêranşarê piştî duh li dijî lojmanên polîsan teqîna bombeyî pêk hat, 26 kes hatin binçavkirin.

Şevê din li navçeya Wêranşarê ya Rihayê li dijî lojmanên polis û edliyê êrîşa bombeyî pêk hatibû. Di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes birîndar bûbûn. Piştî êrîşa bi bombeyî li Wêranşar û navçeya Dêrika Mêrdînê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 26 kes binçavkirin.

Avahiyên ku zerar dîtin alên tirk bi wan ve hatin daliqandin.