MÊRDÎN - Li gundê Xerabê Bava di 11 Sibatê de derketina derve hat qedexekirin û polîs û leşkeran bi ser gund de girtibû. Li gund hat hînbûn ku 39 kes hatine binçavkirin, ji 2 kesan agahî nayê girtin, li gund 3 kes jî hatine kuştin.
Walîtiya Mêrdînê di 11'ê Sibatê de li 5 gundên Nisêbînê, 2 gundên Kercewsê û 2 gundên Artukluya Mêrdînê qedexeya derketina devre îlan kiribû û piştî rojekê qedexe rakiribû. Di roja qedexe hat îlankirin de polîs û leşkeran li Gundê Xerabê Bava bi ser gelek malan de girt û bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kiribû. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de 39 welatî binçavkirin. Hat îdîakirin ku di serdegirtina malan de 3 kes hatin kuştin. Ji 11'ê Sibatê heta niha ketin û derketina gund qedexe ye, telefon û înterneta gund hatiye qutkirin û agahî ji welatiyên gund nayê girtin. Hat zanîn ku nêzî 30 welatî li qada gund rastî îşkenceyê hatin. Hat zanin ku ji kesên hatin binçavkirin agahî ji 2 kesan nayê girtin.
Kesên hatin binçavkirin û li TEM'a Nisêbînê tên girtin navê wan wiha ne: Huseyin Toy, Gulbahar Toy, Cane Gokturk, Nihat Gokturk, Songul Koçhan, Telfa Koçhan, Emine Gokturk, Ali Gokturk, Haydar Golçik, Sefkan Bayhan, Turkan Bayhan, Şevki Akat, Halil Zengin, Abdul Vahap Zengîn, Abdulmecit Yakut, Şakîr Yakut, Hasan Bayhan, Rifat Bayhan, Mehmet Tahîr Gorgu, Baran Gorgun, Îsmail Ay, Osman Dogan, Abdullah Dogan, Alî Gorgun, Hatip Tunç, Ferhan Bayhan, Şukru Gorgun, Necmia Gorgün, Îsmail Tunç
Kesên li gund rastî îşkencê hatin û birin TEM'a Nisêbînê jî wiha ne: Sabri Gorgu, Behçet Koçhan, Vasfi Dogan, Ferhan Dogan, Edip Ay, Mecit Bal, Halit Toy, Mehmet Toy, Şukru Koçhan
Kesên li gund bi îşkencê hatin binçavkirin û agahî ji wan nayê girtin jî wiha ne: Suleyman Yakut, Mehmet Bal
Zahir Dogan(60) û Hanife Dogan (55) jî hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin hatin berdan.
WALÎ: 2 KESÊN PAYEBILIND HATIN KUŞTIN
Walîtiya Mêrdînê jî têkîldarî mijarê daxuyand ku li navçeyên Nisêbîn, Mahsert û Artukluyê di operasyonên ku 7 roj in berdewam dikin de 2 kesên payebilind hatine kuştin. Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku li herêmê operasyon berdewam dike.
SOYLU GELO XERABÊ BAVA NÎŞAN DA?
Piştî geşadanên li gund Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu duh êvarê di daxuyaniya ku dabû de wiha gotibû: "Xayînekî ku nêzî 5 meh in em li pey bûn heye, hêzên me yê ewlehiyê bersiva pêwîst dan." Kesê ku Soylu nav neda û bal kişand ser û cih jî wiha got: "Ev demeke dirêj e li welat teqîn meqîn çênabe, em dersên wan didin. Xayînekî em 5 meh in li pey bûn heye. Hêzên me yên ewlehiyê bersiva pêwîst dan û bêbandor hatin kirin."