Leşkeran heyeta KCD û HDP’ê li Xerabê Bava asteng kir

MÊRDÎN - Heyeta KCD û HDP’ê ya ku xwestin biçin gundê Xerabê Bava ya ku 39 kes lê hatin binçavkirin, 2 kes winda û 3 kes jî mirîne lêkolînan bikin di ketina gund de ji aliyê leşkeran ve hatin asteng kirin.

Li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbîna mêrdînê qedexeya derketina derve di roja 8’emîn de berdewam dike, heyeta KCD û HDP’ê ji bo li gund cihê bûyerê lêkolîn bikin çûn gund ji aliyê leşkeran ve hat astnegkirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk, Mehmet Alî Aslan û Feleknas Uca, li ser astengiya leşkeran ji herêmê veqetiyan. Heyet piştre derbasî gundê Zorava yê nêzî Xerabê Bava ye bûn. Li bendê ye ku heyet li vir daxuyaniyekê bide çapemeniyê.