Rojnameger Aslan hat berdan

STENBOL - Rojnameger Selahattîn Aslan, bi şertê “qedexeya derketina derveyî welat” hat berdan.

Rojnameger Selahattîn Aslan ku di 14’ê Sibatê de li Balefirgeha Sabîha Gokçe hat binçavkirin, piştî karên wî yên li midûryeta polîsan bi dawî bûn sewqî dadgehê hat kirin. Dozger piştî îfadeya Aslan girt, bi şertê “qedexeya derketina derveyî welat” daxwaza girtinê kir û sewqî Dadgeha Lêpirsînê ya Nobedar kir. Heyeta Dadgeha Nobedar jî li îfadeya Aslan guhdar kir bi şertê “derketina derveyî welat” serbest berda.