Rojnameger Kiliç li ser gora xwe ya gund hat bibîranîn

RIHA- Nûnerê Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç di 24'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Nûnerê rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç ê di 18'ê Sibata 1993'yan de hate qetilkirin di 24'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Rêveberên DBP, HDP'ê yên Rihayê, xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Endamê MP a HDP'ê Ziya Çalişkan çûn gora Kiliç ê li gundê Dede û kûlîk danîn ser gorê. Çalişkan li vir axivî û anî ziman ku beriya Kiliç bê kuştin çend saetan bi hevrebûne û wiha axivî: "Kemal dikaribû jiyanekî rehet bidomîne. Lê tu caran tawîz neda û ji şexsiyeta xwe paşve gav neavêt. Wan kirin ku em her tiştî di warê exleqî de pirsyar bikin, berpirsyariya exlaqî û wijdanî ji me re hiştin. Ji Bedîrxanan heta Kemalan, Naziman, yek ji şehîdekê çapemeniya azad e Kemal Kiliç. Wî hewl da ku bi rûmeta xwe û rastiya ku dizane ve peywira xwe bi cih bîne. Em dizanin ku nivîsandina rastiyan di van rojan de çiqas girîng e. Ji ber vê yekê Kemal Kiliç li ser navê dîroka çapemeniyê bedelek da. Wekî Mûsa Anter navê xwe li dîroka çapemeniyê bi tîpên zêrîn ve nivîsand. Em di şexsê wî de hemû şehidên çapemeniyê bi bîr tînin."

Kesên ku beşdarî merasîma bîranînê bûn piştre çûr serdana malbata Kiliç.

KILIÇ ÇAWA HATIBÛ QETILKIRIN?

Nûnerê Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç ji ber ku dihat şopandin û leşkerên Qereqola Cendirmeyan a Ugurlu der barê wî de agahî kom dikin serî li Walîtiya Rihayê û Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê da û xwest bê parastin lê ev daxwaza wî hate redkirin.

Rojnameger Kiliç ê ku di heman demê de li Komeleya Mafên Mirovan a Rihayê rêveber bû herî dawî di 18'ê sibata 1993'yan de dema ku diçû gundê Kulunçeyê ji xaçeriya gund piştî ku ji wesayîtê peya bû, ji aliyê 3-4 kesên ku xwe li xaçeriyê veşartibûn ve rastî lêdanê hat û xwestin wî bi zorê li wesayîtê siwar bikin. Kiliç li ber xwe da demeke bi êrîşkaran re li hevxistin û nekaribûn wî li wesayîtê siwar bikin. Li ser vî êrîşkaran Kemal Kiliç bi çekê ve kuştin û reviyan careke din jî nehatin dîtin.

Di lêpirsîna ku têkîldarî Kiliç hat vekirin de jibilê çeka ku li Êlihê di operasyona hizbullahê de hat desteserkirin hat dîtin wêdetir tiştek çênebû. Dosya di 2013'an de bi hinceta ku 20 sal li ser derbas bûye hat girtin.