Bila Hemî ê felçî bê berdan

STENBOL - Komisyona Girtiyan a ÎHD'a Stenbolê di hefteya 256’an de çalakiya "Rûniştina F" li dar xistin. Komîsyonê di vê hefteyê de xwest girtiyê nexweş û gelç Ahmed Hemî serbest bê berdan.

Komîsyona Girtiyan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li Qada Lîseya Galatasarayê çalakiya "Runiştina F" berdewam kirin. Komisyon di hefteya 256’an de disa kom bûn û pankartên "Tecrid dikuje, şêwirmendî dide jiyandin" “Bila girtiyên nexweş bên berdan" vekirin. Komê bê navber siloganên “Bila girtiyên nexweş bên berdan" û “Mafê dermankirinê heq e nayê astengkirin" û “Tecrid dikuje, piştevanî dide jiyandin" berz kirin.

LI GIRTÎGEHAN KAREMA ZÊDE DIBIN

Rêvebera Navenda ÎHD'ê Sevim Kalman, bal kişand zextên li ser girtiyan û wiha got: "Her ku diçe zextên li ser girtîgehan zêde dibe. Pergala Kamera her ku diçe zêde dibe. Li odeyên 3 kesan 6 kes dimînin. Ev bandorek neyînî li ser tenduristiya wan jî dike. Reşwa Ahmed Hemî yê girtî jî giran dibe. Divê serbest bê berdan.

Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Mine Nazarî jî daxuyani xwend û wiha got: "Yên muxalif tên binçavkirin û girtin. Niha OHAL dikin hincet û mafê me yê herî bingehîn ên demokratîk jî tên astengkirin. Divê demek berî demekê OHAL bi dawî bibe. Niha Ahmed Hamî yê nexweşê felçê û li Girtîgeha Tîpa R a Menebenê serbest bê berdan. Ahmed Hemi bi sandalyaya bi teker tev digere û nikare pêdiviyên xwe bibîne. Divê bê berdan. Li Navenda Rehabilitasyonê ya Oftopedik â Norolojik nêzî salekê hat dermankirin. Divê rojê 2 caran biçe tedawî bibe. Niha gav bi gav ber bi mirinê ve diçe. Ji ber ku bi tena serê xwe tê girtin nikare pêdiviyên xwe bibîne. Divê Hemî bi lezgîn bê berdan.