Li Kercewsê ji ber jehrîbûna sobeyê kesek mir, yek jî bi giranî birîndar bû

ÊLIH- Li Kercewsê ji ber jehrîbûna sobeyê kesekî jiyana xwe ji dest da, yek jê jî bi giranî birîndar bû.

Li bajaroka Kayapinar a navçeya Kercewsê ya Êlihê, malbata Seydan ji ber karbonmonoksîta sobeyê jehrî bû. Di encama jehrîbûnê de Suleyman Seydan (80) jiyana xwe ji dest da, Rukiye Seydan (73) jî bi giranî birîndra bû û wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê û paşê wê sewqî nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê kirin. Hat zanîn ku rewşa Rukiye Seydan giran e.