Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 20 kes birîndar bûn

MÊRDÎN - Di rêya navbera Amed û Mêrdînê de minûbîsek û wesayîtek taybet li hev qelibîn. Di qezayê de 20 kes birîndar bûn.

Di rêya navbera Mêrdîn û Amedê de ji ber îhmalkariya rayedaran qezayeke trafîkê pêk hat. Danê êvarî minûbîsa ku ji aliyê Mêrdînê ve ber bi navçeya Şemrexê ve diçû û wesayîta taybet a ji aliyê Amedê ve dihat li hev qelîbîn. Di encama qezayê de, zarok û kal jî di nav de 20 welatî birîndar bûn.

Duh di 40'emîn kîlometreya rêya Mêrdîn-Amedê de teqemeniyek ku berê li kêleka rê hatibû bicihkirin, di bin kontrola hêzên dewletê de hatibû teqandin û aliyekî rê xerab bûbû. Her çi qas di heman rojê de rê hatibe çêkirin jî ji bo wesayîtan nehat vekirin.