ŞIRNEX - Parlementer Ferhat Encu yê ku şevê din hat girtin, birin Girtîgeha Kandirayê.
Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu yê ku di 15'ê sibatê de hatibû berdan û duh li Cizîrê careke din hat girtin û ji duh ve agahî jê nedihatin stendin, hat zanîn ku wî birine Girtîgeha Tîpa T a Kandirayê. Hate hînbûn ku şevê din Encu birine Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û îro bi balafirê birine Balefirgeha Sabîha Gokçen û ji wir jî birine Girtîgeha Kandirayê.
Parêzera Encu, Ozlem Zingil da zanîn ku bi Encu re hevdîtin pêk aniye û niha Encu bi tena serê xwe li odeyekê tê ragirtin.