MÊRDÎN -Welatiyê bi navê N. D. ê ji gundê Xerabê Bava derket wiha got: "Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka avê ye. Heke li gund pirsgirêka avê neyê çareserkirin dê her kes nexweş bikeve." Ş. K. jî diyar kir ku, li gund hayê welatiyan ji hev tune ye.
Li gundê Xerabê Bava ê Nisêbîna Mêrdînê ku hatiye dorpêçkirin, her diçe binpêkirina mafên jiyanê yên gundiyan zêde dibe. Li gundê ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin, welatî nikarin ji malên xwe derkevin û li gel vê bi zor û heft bela pêdiviyên xwe yên xwarin û vexwarinê bi cih tînin. Ji gundiyan Ş.K. rewşa gund ragihand û wiha got: "Em bi riya telefonê kêm dikarin biaxivin. Heke di destê me de bibînin dê ji me bistînin. Nexweşên me hene. Em dixwazin dengê me bê bihîstin. Rewşa me nebaş e."
‘KÊLIYA EM DERTÊN BAXÇE ÇEKÊ DISPÊRÊN ME'
Ş.K. a bi riya telefonê rewşa heyî ragihand wiha axivî: "Em ji malê nikarin serê xwe jî derxînin. Leşker li nava gund digerin, em tên raçavkirin. Li malê nan nema, ji ber em nikarin derkevin baxçe, em nikarin nan jî çêbikin." K. got li gund hayê tu kesî ji kesî tune ye û diyar kir ku dema ew derdikevin baxçe leşker çekan dispêrin wan û wiha got: "Nexweşên me hene. Em dixwazin dengê me bê bihîstin. Rewşa me qet nebaş e."
HEMÛ MÊR DI BIN ÇAVAN DE NE
Ji gundiyan N. D., got di 11'ê Sibatê de 5 helîkopter 75 deqîqeyan li ser gund geriyane û anî ziman ku, ji wê rojê de jî bia wayekî zêde binçavkirin çêbûne. D. got ew heta roja duşemê jî li gund bûye û wiha axivî: "Kî birîndar re, kî miriye, kî maye nizanim. Roja duşemê xizmên me yên nexweş hebûn. Min ew anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Ji wê rojê heta niha ez jî bi riya telefonê xwe digihînim gund. Extiyarên nexweş hene, zarokên nexweş hene. Gelek caran jî telefon tên qutkirin. Li gund tenê em dikarin xwe bigihînin jinan. Em nikarin xwe bigihînin mêran, hemû di bin çavan de ne."
HEKE WISA BIDOME DÊ NEXWEŞÎNÊN BERBELAV DEST PÊ BIKIN
D. anî ziman ku beriya qedexeyê bi mehekê li gund av qut bûye û wan ava xwe ji gundên hawirdorê peyde dikir û wiha domand: "Ev 8 roj e gelê gund ava çahlan vedixwe, ava qirêjî vedixwe. Pirsgirêka herî mezin pirsgirka avê ye. Berê ji gundên hawirdorê av dihat peydekirin, niha ji ber qedexe heye kes nikare derkeve. Li kuçeyan bi hezaran heywanên mirî hene. Heke wisa bidome dê li gund her kes nexweş bikeve. Ava paqij tune ye."
BILA XWEDÎ LI GUNDÊ ME DERKEVIN
D. bang li hemû mirovên biwijdan kir û wiha got: "Bila xwedî li gundê me derkevin. Em bang li hemû cîhanê dikin, bila dorpêç bê rakirin û pêwendî bi gund re bê danîn."