Jina tirkmen bang li QSD'ê kir: Keçên min rizgar bikin

REQA- Jina şiî û tirkmen a di êrîşa Telaferê de DAIŞ'ê 5 keçên wê revandin, li bakurê rojhilat ê Reqayê wiha bang li QSD'ê ya ew rizgarkirin kir: "Çawa me rizgar kirin, bila keçên min jî rizgar bikin."

Di pêngava 3'yemîn a "Xezeba Firatê" de, milê sêyemîn ê operasyonê ji gundê Mekmenê tevgeriya û heta niha 12 kîlometre pêş ve çûye. Di vê pêşveçûyînê de 4 gund û gelek mezrik hatin rizgarkirin. Li cihên hatin rizgarkirin, gelek sivîl ji DAIŞ'ê hatin xelaskirin. Yek ji van sivîlan jî dayikeke mûsilî ye ku DAIŞ'ê 5 keçên wê revandine. Şukriye Mihmed a ji bo keçên xwe bibîne hat Reqayê, li gundekî bakurê rojhilatê Reqayê tevî gelek sivîlan ew jî hat rizgarkirin.

DI RIYA ŞENGALÊ DE 5 KEÇÊN WÊ HATIN REVANDIN

Şukriye Mihemed a 55 salî, diyar kir ku ew ji navçeya Telafer a Mûsilê ji malbateke şiî û tirkmen e û got, dema 3 sal berê DAIŞ'ê êrîşî Mûsil, Şengal û Telaferê kiriye bi sedan mirov qetil kirine û bi hezarn jê jî dîl girtine. Mihemd, anî ziman ku dema DAIŞ hatiye bajarê wan, wan hewl daye li Çiyayên Şengalê bihêrin, lê belê di rê de hatine zevtkirin û wiha axivî: "Em di rê de bûn. Wê rojê tevî 5 keçên xwe me hewl dida em xwe xelas bikin. Berî em bigihêjin Çiyayê Şengalê, çeteyên DAIŞ'ê em li gundekî dan rawestandin. Dema fam kirin ku em direvin, êrîşî keçên min kirin. Min xwest bibim asteng, lê belê min avêtin erdê û kişandin. Her 5 keçên min jî girtin. Zaf qêriyam lê bêfêde bû. Keçên min li wesayîtekê siwar kriin û birin. Li wir di nav hêstiran de mam."

DA WAN BIBÎNE HAT REQAYÊ

Mihemed, diyar kir ku paşê wê bi malbat û xizmên xwe re pêwendî daniye û anî ziman ku, piştî hin lêkolînan ew hînbûne ku keçên wan birine Reqayê. Mihemed wiha domand: "Tevî çend xizmên xwe hatim van deran. Pêşî çûm navenda reqayê. Zaf geriyam, lê kes nebû alîkar. Nizanim keçên min birine kuderê. Hin kesan digot bi emîran re hatine zewicandin, hin kesan jî digot li bazarên koleyan hatine firotin."

AQÛBETA WAN NAYÊ ZANÎN!

Mihemd, anî ziman ku li Reqayê kes alîkariya wê nekiriye û got, pişt re li pêyî wê çend xizmên wê jî hatine û bi wan re ew li keçên xwe geriyaye, lê belê vê carê jî DAIŞ'ê gefa mirinê li wan xwariye. Mihemd, dest nîşan kir ku bi riya xizmekî wan ew li bakurê rojhilat ê Reqayê li gundekî bi cih bûne, piştî ew bi cih bûne wan dest bi lêgerîna keçên xwe kiriye, lê belê wan nedîtiye.

'KEÇÊN MIN RIZGAR BIKIN'

Mihemde, diyar kir ku di dema êrîşa Şengalê de bi hezaran jinên şiî yên tirkmen jî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin û wiha bang kir: "Bi hezaran jinên şengalî birin. Kurd û tirkmen êşa herî mezin a vê sedsalê dijîn. Ji bo keçên xwe bibînim bi riya ketim. Niha jî QSD hat. Me ji wan rizgar kirin. Çawa me rizgarkirin, bila keçên min jî rizgar bikin."

Nazim Daştan-dîhaber