Nîvê mehaneya xwe ji bo heywanên li kuçeyan xerc dike

KOCAELÎ - Li Kocaeliyê, Ziya Yigitalp ê bi meaşê xwê kêmtirîn dixebite, nîvê mehaneya xwe jî ji bo heywanên li kuçeyan xerc dike. Yigitalp, bi derfetên xwe hêwirgehek çêkiriye û nêzî 30 salî ye li vê hêwirgehê li heywanan dinihêre.

Ziya Yigitalp ê li Taxa Şîrîntepe ya Kocaeliyê bi meaşê kêmtirîn (asgarî) dixebite, bi vî meaşê xwe li heywanên kuçeyan dinihêre. Yigitalp, nêviyê meaşê xwe ji bo heywanan xerc dike. Bi derfetên xwe li erseyeke taxê ji bo heywanan hêwirgehek çêkiriye. Pisîk û kûçikên li kuçeyan tîne vê hêwirgehê û li wan dinihêre.

Yigitalp, anî ziman ku ew li bankeyeke taybet bi meaşekî kêmtirîn dixebite û nêviyê meaşê xwe ji bo nihêrîna li kûçik û pisîkên li kuçeyan xerc dike û got ev 30 sal e heman tiştî dike. Yigitalp wiha axivî: "Li nêzî 100 heywanî dinihêrim. Ji wan re mama dikirim. Heke bivê carinan wan dibim ser baytar û venihêrtina wan a tenduristiyê dikim. A rast, ez nikarim mamaya hişk bikirim, mehê herî zêde 15 kîlo mamaya pisîkan dikirim. Ez vê hem didim pisîkan, hem jî didim kûçikan. Kûçik mamaya pisîkan dixwin, lê pisîk ya kûçikan naxwin. Dema tu tiştek bi dest nekeve,vî mamayî didim wan, lê bi tena serê xwe tim nikarim mama bikirim." Yigitalp, got carinan ew li çopan nan berhev dike û vî nanî di ava mirîşkan dadike û dide heywanan.

'TIŞTÊ JI DESTÊ MIN TÊ DIKIM'

Yigitalp, ragihand ku ew carinan bi mirovên ku dikarin mamayê bikirin re dikeve têkiliyê û carinan jî bi aşgehan re li hev dike û bermayiyên xwarinan dikire. Yigitalp wiha domand: "Kûçikên nexweş dikevin antîbiyotîkê didim wan, derziya girûyê dikarim li wan bixim. Ev ji destên min tên. Dema tiştekî karê baytar bibe, wan dibim cem baytar, lê ji bo vê jî madiyat lazim e. Tiştê ji destê min tê dikim."

'YÊN GILÎDAR JÎ HENE'

Yigitalp, diyar kir ku li taxê di vî warî de hin kes piştevaniya wî dikin, lê hin kes jî dibêjin "Çima tu van kûçikan fêrî vir dikî? Diewitin em bi şev nikarin rakevin" û bertekê nîşan didin. Yigitalp wiha axivî: "Ez li wna diheyirim. Taliyê ev heywan jî mecbûr in tevî me bijîn. Dibe ku mirov ji kûçikên li kuçeyan bitirsin, dibe ji wan hez nekin lê divê mudaxileyî kesên li wan dinihêrin nekin. An jî divê ne bi gilî û gazinc bin. Kûçikên giliyên wan tên kirin, wan digirin û dibin deverên mirov lê tune ne. Liw an deran tî û birçî dimînin û dimirin. Ez gelekî rastî rewşên bi vî awayî hatim. Wisa difikirim, divê ji ber vê mirov gazincan nekin. Dibe ku ji kûçikan hez nekin, lê bila mudaxileyî me jî nekin."

'DIKARIM PIŞTEVANIYA ŞAREDARIYÊ BIKIM'

Yigitalp, got ew amade ye ku tevî şaredariyê vî karî bike û wiha axivî: "Li kocaeliyê gelek kûçik hene û van kûçikan davêjin bendava Ketencîlerê. Ji ber ev der dûrî mirovan e, kûçikan dvêjin vê derê. Li ber dikevim. Heke di warê xesandinê de pêdivî bi alîkariyê hebe, di her warî de dikarim alîkariya şaredariyê bikim. Şaredarî di warê xesandinê de lawaz e. Şaredarî gelek hêwirgehên xweşik çêkirine, lê dikare bêtir balê bidê. Divê ji kesên ji heywanan hez dikin alîkariyê bixwazin. Ez jî çûm şaredariyê û min got, 'dawiya heftê musaîd im, heke peywirdarên dixwazin bi min re bixebitin hebin dikarim piştevaniyê bikim.' Lê mirovên li wir jî naxwazin dawiya heftê bixebitin."

DI ÇARÇOVEYEKE QANÛNÎ DE DIKARIN XWEDÎ LI WAN DERKEVIN

Yigitalp, diyar kir ku divê ji bo heywanên li kuçeyan sererastkirineke qanûnî bê çêkirin û herî dawî wiha got: "Di warê lênihêrîna heywanan de kêmaniyên qanûnî hene. Heywan tên kuştin. Tecawizî wan tê kirin, guhên wan tên jêkirin lê kesên wisa dikin rastî tu mueyîdeyê nayên. Tenê cezayê pereyî heye. Hin kes jî dibêjin 'madem pereyê min hene ez çi bikim ji wan ez ê bikim.' Ji bo heywanan divê qanûnên baştirîn hebin, lê bi qasî dibînim ji bo mirovan rêz tune ye, dê ji bo heywanan çawa hebe."