MANÎSA - Li Soma ya ku 301 karker di madenê de jiyana xwe ji dest dan, xizmên karkeran diyar kir ku, piştî Soma'yê bi her cinayetên karî êşa wan teze dibe û gotin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
Xizmên karkerên li madena Somayê jiyana xwe ji dest dan, gotin êşa wan wek roja berê teze ye. Malbatan got, piştî Somayê cinayetên karî zêde bûne û diyar kirin ku, li Ermenek, Şîrwan, Torûnlar û gelek cihên din bi sedan cinayetên akrî çêbûne û bi hezaran karker jiyana xwe ji dest dane, lê belê kesekî jî nehatiye darizandin. Malbatan, anî ziman ku li Somayê û gelek deverên kar xwîna karkeran heye û diyar kirin ku, şert û mercên li Somayê bûn sedema komkujiyê hîn jî didomin û dest nîşan kirin ku, ew ê li sindoqan bi gotina "Na"yê li hesabê zarokên xwe bipirsin.
‘JI BO MIROV WEK MIROVAN BÊN DÎTIN MA DIVÊ BIMIRIN'
Şerefattin Akbulut ê di cinayeta kar a Somayê de kurê wî Mahmut Akbulut jiyana xwe ji dest da, got piştî li madenê 301 karker mirinê heqdest zêde bûne û hin mafên civakiyî hatine başkirin. Akbulut, anî ziman ku ew jî ji ocaxên madenê teqawîd bûye û bi gotin "Heke li Somayê ev bûyer neqewimiyana dê şert û mercên kar hindik be jî nehatanan başkirin" wiha bertek nîşan da: "Ji bo mirov wek mirov bên hesibandin ma îlleh divê bimirin."
‘EM Ê JI KESÊN EV ÊŞ BI ME DAN KIŞANDIN RE BIBÊJIN 'NA''
Akbulut, got ew ê ji kesên vê êşê bi wan daye kişandin re bibêjin "Na" û wiha axivî: "Ez ji siyasetê fêm nakim, bi salan kîjan partî ez îkna kirim min dengê xwe da wê. Dema ev AK Partî derket holê ji bo karkeran tiştên xweş digot û min bawerî pê anî û bi salan me bi malbatî deng da AK Partiyê. Lê piştî bûyera madenê min fêm kir ku her tiştê wê derew in. Ji ber vê dema biçim ser sindoqê pêşî ez destê xwe deynim ser wijdanê xwe, paşê wan canên me winda kirin bifikirim û ez ê li gor wê dengê xwe bi kar bînim."
‘ROJEKÊ JI MADENÊ QET VENEGERIYAN'
Gulfidan Kose ya di madenê de hevjînê wê Erdogan Kose jiyana xwe ji dest da, got ew ji Somayê ye û ew li Somayê zewiciye û zarokên xwe aniye dinayayê. Kose, got beriya facîaya madenê hevjînê wê digot şert û mercên amdenê qet nebaş in, her dihat malê diyar dikir ku ser sînga wî diêşê û da zanîn ku, piştî vê axaftinê bi 4 rojan facîaya madenê qewimiye. Kose, anî ziman ku berê gelê Somayê xebata li madenê tercîh nedikir, bi piranî bi çandiyê re bilî dibûn û wiha axivî: "Hindik be jî çend bihost erdê her kesî hebû. Piştî karê çandiniyê qediya her kes ji neçarî berê xwe da madenê. Me her roj zarok û hevjînên xwe bi hezar dua û selewatan dişand madenê, lê rojekê ew hevjîn û zarokên me ji wê madenê qet venegeriyan."
‘JI BO HEVJÎNÊ XWE DIBÊJIM 'NA''
Kose, got me mecbûrî madenê kirin û wiha diyar kir: "Heke ewlehiya karkeran pêk bianiyana, bila bi hezar lîreyî wan bidanan xebitandin. Lê belê ji pişta karkeran trîlyon qezenc kirin, ya bû para karkeran jî tenê hêstirên çavan û zarokên sêwî bûn." Kose, anî ziman ku di her hilbijartinê de partiya îktîdarê tê deng dixwaze û wiha got: "Ez ê ji bo hevjînê xwe bibêjim 'Na'."
‘BI CEHENIMA KARA WAN JÎ SEROKATIYA WAN JÎ BE'
Fatma Ozgun a di facîaya madenê de hevjînê wê Aydin Ozgun jiyana xwe ji dest da, got 3 sal di ser komkujiyê re derbas bûye, lê belê êşa wan wek roja berê ye. Ozgun, diyar kir ku şert û mercên madenê ji berê ve xerab bûn, lê piştî komkujiyê bi awayekî şiklî çend guherîn çêkirine lê tu riş neguheriye û wih axivî: "Ji ber çavbirçîtiya karê bi dehan canê me çûn, li pêyî wan tenê êş ma. Wê serweta qezenc dikin qey ji wan canan çêtir e?"
Ozgun, anî ziman ku li welat her roj mirovên ciwan dimirin û woha domand: "Li Somayê ji ber çavbirçîtiya karê 301 mirovên me ji dest me çûn. di nava salekê de li Şîrwan û bi sedan cihî bi hezaran karker mirin. Li Rojhilat jî, ji bo serokatî û seltenata xwe bajar serobino kirin û bi hezaran mirov hatin kuştin. Li vir dibêjim, bi cehenima serokatiya we jî û kara we jî be."
‘KURÊ MIN HÎN CIWAN BÛ'
Kezban Ozgur a di facîaya Somayê de kurê wê Osman Ozgur jiyana xwe ji dest da jî, got kurê wê hîn ciwan û 28 salî bû. Ozgur wiha axivî: "Her kes bi êşa xwe ye. Nizanim dê çi êşa me sivik bike, lê her diçim malê dibêjim qey kurê min li malê ye. Sê sal derbas bûn, lê her êvar dema sifrê amade dikim, dibêjim qey dê kurê min bê û li gor wê têfikekê zêde datînim, lê venagere. Tarîfeya vê êşê tune ye, yên ev êş dane hezar carî heman êşê bijîn."
‘YÊN ME QETIL DIKIN BILA JI ME DOZA DENGAN NEKIN'
Ozgur, got wexta kurê wê sax bû wê nizanibû doz çî ye, çalakî çî ye û wiha domand: "Ji canê me can girtin. Niha dê bi kîjan rûyî dengan ji me bixwazin. Bila pêşî hesabê 301 kesî bidin. Kesên me qetil kirin bila ji me doza dengan nekin, ji bo wan dengekî me jî tune ye. Ji ber vê ez ê di hilbijartinê de bibêjim 'Na'."
Erdogan Alayumat/Sakip Yaşar-dîhaber