EDÎRNE - Romanên ku li Taxa Menzîl Ahîrê dijîn û ji veguherîna bajar heta "tîryak, xizanî û betaliyê" gelek tişt heye ji ber tu tenê di dema hilbijartinan te tên bîra hinekan li hemberî vî yekê nerazîbûn nîşandan. Welatiyên roman diyar kirin ku ew ê di referandûmê de dengê "Na" bi kar bînin.
Taxa Menzîl Ahîr a ku li semta Kiyikli ya Edîrneyê welatiyên roman dijîn û ev tax ji taxên din wekî ku hatiye tecrîdkirin. DEma ku em gava xwe davêjin li taxê malên şevnîşîn ên yek qatî yan jî du qatî û dû ji paceyan hiltê dibînin, li taxê "tîryak, xizanî û betalî" gelek zêde ye. Ji ber ku demsala zivîstanê ye li taxê bêdengiyek heye. Dema ku em hêdî hêdî pêş de diçin li qahwexaneya taxê "artêşa betalan" a hatine cem hev me pêşwazî dikin.
Romanên ku wekî terkî qedera xwe hatine kirin ji kesên ku dibêjin "nikarin biçin, ger ku biçin hûn nikarin bi saxî derkevin" an jî ajakorên taksiyan ên ku ji ber tirsê nacin taxê û li derveyî taxê dihêlin mecbûr dibînin hîn bibin, nas bikin. Taxa Menzîl Ahîr jî taxekî wisa ye. Em ji bo ku pirsgirêkên wan fêr bibin diçin taxa ku tê gotin hûn nikarin bikevin û li ber qahwexaneya taxê bi sohbetê ve dest pê dikin.
'BETALÎ ME GELEKÎ BÊZAR DIKE'
Îsmaîl Fener (29) ê şîrketa paqijiyê ya dixebite ji ber nexweşixya bavê xwe navberê dide piştre jî bi temamê betal dimîne û tenê yek jî niştecihên betal ên taxê ye. Bi hevsera xwe ya ducanî û bavê xwe yê nexweş ve bi mehan ebetal e. Nikare karekî bibîne bi gazinc e û der barê rewşa xwe de wiha dibêje: "Kesê ku tenê bikaribe bixebite ez im û ez jî naxebitim. Ji ber vê yekê gelekî aciz im. Betalî gelekî bêzar dike. Li taxê hemû kes vala re, qehwe her tim tijî ye. Karê kesekî jî tuneye. Hûn evqas kesên betal nikarin li ciheke din bibînin. Tenê li ser navê xwe nabêjim, wekî min gelek kes hene."
'EM LI VIR MIROVAN NAKUJIN'
Fener got ku wekî tax tenê di dema hilbijartinan de tên bîra hinekan û ji bo propagandaya hilbijartinê sozên "em ê kar bidin ciwanên we yên betal" tê dayîn. Fener wiha berdewam kir: "Em mirovên cahil in, me nexwediye ji ber vê yekê jî bawer dikin. Em bi sozên wan bawer dikin û diçin dengên xwe didin wan. Pİştre tiştek tuneye. Tenê ne dema hilbijartinan bila rojekî jî bên me bibîninn. Em li vir mirovan nakujin. Li vir tenê zirar ji ber xizaniyê ye. Daxwaza me ew e ku bila di şertên normal de bi me re eleqedar bibin, sohbet bikin. Dibe ku kar nedin me hemûyan tenê bila kar bidin ji sedê 10 ên me. Ger ku karê min hebe ma ez ê çima zirarê bidim mirovan? Di destên min de tiştek tuneye! Ez dikarim çi bikim?"
'MA BIBÊJIM ERÊ DÊ ÇI BİBE? EZ DÎSA BETAL IM'
Fener herî dawî referandûma ku dê pêk bê jî bi bîr xist û têkîldarî tercîha xwe wiha got: "Tercîha min 'Na' ye. Ma ez bibêjim 'Erê' Dê çi bibe? Ez dîsa betal im... Dê ew bi ser kevin, ez ê dîsa nikaribim biçim cihekî. Ji bo vê yekê ji bo me hemû tişt sifir e."
'JI BO TÊKÎLIYÊN XWE QUT BIKIN ME TIŞTEK NEKIRIYE'
Alper Ors (36) yê di karên qaynax û boxayê de dixebite, daran dibire û bi vî rengî debara xwe dike diyar kir ku debar pir zehmet e û wiha pêde çû: "Zarokê min li malê li benda nan e, karê domdar nîne. Her tim hebe jî pere tuneye. Zarokên me nikarin bixwîin. Min nexwend di destên min de gelek pîşe heye lê min dixwest ku bixwînim. Bila zarokê min bixwîne, bila bibe bijîşk lê derfetên min tuneye. Derfetên madî tuneye, 10 karan dikim lê dîsa jî nabe. Me xizan dikin. 10 karên min jî hebe ez ê dîsa xizan bimînim. Dewlemend dixwazin me xizan bikin. Me wekî roman me tiştek nekiriye ku têkîliyên xwe bi me re qut bikin." Ors got ku der barê referandûmê de hê jî biryara xwe nedaye.
DIKARDARÊ TAXÊ YA 4 LÊNÛSKÊN DEYNÊ HEYE: WEKÎ ESNAF 'NA'
Dikandarê taxê Erol Taş (46) ê em ji bo sohbetê ketin dikanê bi 4 lênûskên xwe yên deyn tê nasîn. Taş got ku piştî ku marketên mezin hatine vekirin karên wan nemaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê dikanên biçûk bên girtin, dikanên mezin bimînin. Çend kes dikarin li ber xwe bidin." Taş lênûskên deyn nîşan da û wiha berdewam kir: "4 lênûskên min ên deyn hene, Ev lênûskên kesên ku dibêjin ez ê êvarê bêm e. Yên dibêjin ez ê gavekî şunde bêm. Herduyên din jî tijî bûne êdî cih nemay. Em deyn didin lê nayê. Her meh deynên ku em bidin jî heye lê em nikarin bidin. Tiştekî dikin û dibêjin vî binivîsên. 15 sal in vî karê dikim. Berê di bêrika me de pere hebû."
Taş got ku wekî esnafekî ew ê di referandûmê de bibêje "Na" û ev pêvajo kêrî wan nehatiye.
JINÊN KU BI MEHÊ 100 TL'î NÊRDIWENAN PAQĞJ DIKIN
Esra Taş (34) a ku li baxçeyê xwe paqijî dikir û dema ku kameraya me dît û daxwaza me ya sohbetê qebûl kir jî çi karê dike bi gazinc tîne ziman. Taş anî ziman ku li avahiyan mehê bi 100 TL'î nêrdiwenan paqij dike û bi vî rengî debara xwe dikin û dema kar nebe jî li malê rûdinên. Taş anî ziman kubijarte tenê dema hilbijartinan de wan tînin bîra xwe. Taş got ku ji berr xizaniya ku dijîn ew ê bibêje "Na" û gotina "gazinc pir e, gelek pirsigirêkên me hene."
ZAROKÊN ROMAN ÊN Lİ TAXÊ MEZIN DIBIN DI FERQÊ DE NE
Li taxa ku em bi sohbetê li kolanên wê digerin, bi hemû bêgunehiya xwe em zarokên Roman dibinin. Zarokên ku hinek çav şîn hinek çav kesek, nizanim ka ji ber meraqê yan jî gotinek ku bêjin heye navber dan lîstîka xwe û hatin cem me. Zarokên 5-10 salî yên bi çavên meraq li kamerayên di stûyê me de dinêrin j imin re gotin “Kekê me jî bikişîne û bixe faceebokê” û ji bo wêne amadekariyan kirin. Zarokên ku derbarê pirsgirêkên taxê de jî çend gotin gotin, di dawiyê de tene wêneyê ku hemû bi hev re ne ma.
EV DÎMEN TAXÊ VEDIBÊJE
Di rêwîtiya didome de, em bûn şahide ji ser hişê xwe çûna ciwnekê 18-19 salî yê ji ber tiryakê. Li taxa Menzîl Ahîr a ku ciwanên tiryakê dikişinin lê dijîn ev dîmen taxê ve dibêje. Li taxa ku ji ber hewaya sar kesek newêre derkeve derve, ciwanên ku li erdê raketîne yek ji giliyên taxê ne û nîşan dide ku “belaya tiryakê” di kîjan astan de ye.
VEGUHERSTINA BAJAR
Bi veguherstina bajar re li Taxa Menzîr Ahîr ku dê 100 malên modern û xwe li ber erdhejê digirin ên 2 qet bên avakirin TOKÎ li ser kare. Ji ber feqîrtî û pirsgirêkên taxê, projeya veguherstina bajar a ji aliyê gelek kesan ve baş tê dîtin, ji aliyê hinekan ve jî nayê pejiarandin. Devrîm Zimnba (32) ku yek ji kesên taxa Menzîl Ahîr e diyar kir ku tax ji aliyê dewletê ve nêrîna “ev tax taxa ku hemû qirêjî, tiryak, fihûş û şer lê tê jiyîn” hatiye avakirin. Zimba, da zanîn ji ber nirxê xwe yê stratejik di bin navê “veguherstina bajar” de dixwazin cihên luks ên jiyanê ava bikin û wiha got: “Dê me ji cihên binirx derxînin û li cihên din bicih bikin. Dê me bibin TOKÎ’yan. Gel niha debara xwe bi zorê dikin. Ger kîra jî bê ser dê zehmetiyên mezintir bijîn. Dê zirar bide raçînka çanda , armanca wan jî eve.”
‘LI TAXÊ TENÊ DIBISTANA ZAROKÊN ROMAN DIÇINÊ HEYE’
Zimba, anî ziman ku zarokên Roman li Edîrneyê dikarin di dibistanên diyarkirî de bixwînin, li taxê dibistanek ku tenê zarokên Roman diçinê heye û wiha pêde çû: “Ji ber xwendekarên Roman, mirovên ji çandên din naxwazin zarokên xwe bişînin wan dibistanan. Zarokên xwe dibin dibistanên din, vir tê îzolekirin û dibe dibistana zarokên Roman. Dewlet vê raste rast nake lê di civakê de ev têgeh hatiye avakirin. Hûn ne mecbûrin tiştekî raste rast bikin, hûn dikarin hawirdorekê ava bikin ji xwe ew hawirdor tişta hûn dixwazin ava dike. Ev bi xwezayî, cudakariyê ava dike û ev jî tê wateya şîdetê. Her wiha piştî mirina kesên kal ên taxê kesên di zimanê Çîngeneyan de diaxivin kêm bûne.”
‘EZ Ê BÊJIM NA’
Zimba, ku yek ji kesên ji taxê zanîngeh xwendiye dê çim adi referandumê de bêje ‘Na’ vegot: “Ezê di referandumê de bejim Na. Ez wekî kesek ku rastî cudakariyê hatime û her tim li pişt kedkar, karker û bindestnamin ji malbatek karker hatime ez ê ji vê pergalê re bejim ‘Na’. Eniya me ji xwe eniyek li paşe. Gavek paşde birina vê eniyê dê me bindestan bixe halê xiraptir. Ligel ku eniya me paşe jî ji bo em vê eniyê winda nekin em ê bêjin Na. Li Rojhilatê welat şer tê meşandin. Teqînên li bajarên me… ez ê li dijî vana bejim Na û Na birêxistin bikim.”
Necla Demîr/Ugur Atabay - dîhaber