Doza Firat Anli sibehê ye

AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli yê hate girtin û piştre jî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin dê sibehê derkeve pêşberî dadgehê.

Doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli yê di 30'ê cotmeha 2016'an de hate girtin û piştre jî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin 7 kesên girtî bi temamî 51 kes tên darizandin dê sibehê bê dîtin. Di doza ku dê li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin bersûc bi îdiaya ku xebatên çêkirina mizgefta li gundê Pîrêjman a Dîcleyê, mala şînê, mêvanxaneya li "Şehîdgeha Şêx Saîd" kirine li goristanê beşdarî çalakiya "Konê Berxwedana Demokratîk" bûne de 2 caran "cezaya muebeta giran" û heta 99 salan salan ceza tê xwestin.

Der barê bersûcan de îdiayên wekî "yekîtiya dewletê xirakirin" "ji ber karê xwe yê cemaweriyê kesek kuştin" "ji ber karê xwe yê cemaweriyê teşebusa kuştinê" "çek an jî guleyên ku hejmara wan zêde ye kirîn û li cem xwe hiştin" "endamdîtiya rêxistinê" "propagandaya rêxistinê" "madeyên xetere bêdestur hi cem xwe hiştin û ji bo ku bidin kesên din alîkarî dayîn" tên sûcdarkirin.

Di îdianameyê de Anli ji ber axaftinên xwe yên 9 daxuyaniyên çapemeniyê yên di navbera 2014-2016'an de li Amedê kiriye, beşdarî merasîmên cenaze bûye, di panelan de axiviye ev yek wekî ku 9 caran "propagandaya rêxistinê" kiriye hatiye nîşandan û heta 45 salan ceza tê xwestin.