COLEMÊRG - Di xebatên referandumê yên li Şemzînanê de Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan axivî û wiha got: “Pergalek nû tînin. Di vê pergalê de maf, hiqûq, demokrasî û dad tune ye. Ji ber wê em dibêjin Na.”
Di pêşengiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de li navçeya Şemzînana Colemêrgê civîna gel hat lidarxistin. Di civîna li avahiya DBP’ê ya navçeyê hat darxistin de Parlamenterên HDP’ê Nîmetullah Erdogmuş, Lezgîn Botan û gelek welatî amade bûn.
‘DIVÊ EM BIÇIN SER SINDOQAN Û BÊJIN NA’
Erdogmuş, diyar kir ku encama ji referanduma Nîsanê derbikeve gelek girîng e û wiha got: “Xwedê vîn daye mirovan. Ya girîng ewe ku dê mirov çawa xwedî li vê vînê derbikevin. Xwedê her tim firsendekê dide mirovan. Ji ber wê referandum ji bo me gelek girînge. Divê hemû kes biçe ser sindoqan. Di nava madeyên referanduma ku dê serokatiyê bîne aştî, demokrasî tune ye. Ji ber wê divê her kes bi zanist û vîn biçe ser sindoqan û bêje Na.”
‘EM Ê DERÎ BI DERÎ BIGERIN’
Botan jî da zanîn ku ji bo “Na” ew ê derî bi derî bigerin û wiha axivî: “Divê çima ez dibêjin Na ji gel re bê gotin. Em ê li her cihî wekî parlamenter, serokê partiye û xebatkarê partiyê derî bi derî bigerin û xebatên referandumê bidin meşandin. Pergalek nû tînin. Di vê pergalê de maf, hiqûq, demokratî û dad tune ye. Ji ber wê em ji 18 madeyên referandumê re dibêjin Na.”