Nûçegihanê DÎHA’yê yê girtî sewqî nexweşxaneyê nakin

WAN - Nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hatiye girtin Ziya Ataman ê girtiye ligel ku doktor jê re got “dibe ku roviyên de îflas kiribin” û sewqî nexweşxaneyê kiribe jî meheke rêveberiya girtîgehê sewq nake.

Rewşa tendirûstiya nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hat girtin Ziya Ataman ku di girtîgehê de ye her ku diçe xiraptir dibe. Ataman ku li Girtîgeha Girtî ya Bilind a Wanê tê ragirtin, ji aliyê doktorê girtîgehê ve sewqî nexweşxaneyê hat kirin lê rêveberiya girtîgehê destûra sewqê nade. Ataman ê ku bêyî hincetek bê nîşandan û nayê sewqkirin pirsgirêkên xwe yên tendirûstiyê bi parêzerê xwe Bariş Oflas re parvekirin.

‘DIBE KU ROVÎ ÎFLAS KIRIBIN’

Ataman da zanîn ku êş dikeve canê wî, êş tê halê mirov nikare xwe li ber bigire û wiha got: “Beriya mehekê doktor li min nêrî j imin re got ‘dibe ku roviyên te îflas kiribin, ji ber wê ji bo te li nexweşxaneyê derman bikin te sewqî wir dikim’. Ligel ku doktor sewq daye min jî meheke tiştek nayê kirin û êşên min her roja diçe girantir dibe. Divê demek kurt li nexweşxaneyê bêm dermankirin lê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bêyî hincet destû nayê dayîn.”

Ataman, ji bo piştgiriya bi rojanemgerên girtî re xurtir bibe banga li hempîşeyên xwe kir ku nameyan bişînin.