STENBOL- Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku ekîbekî îtihatperez feraseta xwe ya siyasî ferz dike, toleransa ku Konseya Ewropayê dibe sedema zêdebûna binpêkirinên mafan. Turkdogan destnîşan kir ku ji bo ewlehiya referandûmê dê heyetên navneteweyî vexwînin Tirkiyeyê û divî Konseya Ewropayê li dijî KHK'an derkeve.
Hevserokên Giştî yên Komleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan bi xebatkarên çapemeniyê re li Salona Civînê ya Cezayîrê hatin cem hev. Saziyên çapemeniyê yên wekî dîhaber, Evrensel, Cumhuriyet, Televîzyona Alman ZDF, Radyoya Alman ARD, Association Press (AP), El Cezîre, La Tîmes beşdarî civînê bûn.
Rêveberên ÎHD'ê piştî taştê têkîldarî binpêkirinên mafan û pêvajoya referandûmê ya Tirkiyeyê ji bo xebatkarên çapenemiyê nêrînê xwe parve kirin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan rewşa Tirkiyeyê wekî "otokrasî" pênase kir û got ku Tirkiye bi awayekî fîlî bi serokdewletiyê ve tê rêvebirin. Turkdogan got ku Tirkiye niha bi modela rêveberiyê ya derveyî qanûna bingehîn ve tê rêvebirin û wiha got: "Ev nîşan dide ku demokrasî hatiye rawestandin. Em di pêvajoya ku mafên mirovan dema xwe ya herî xirab dijîn de derbas dibin. Em bi pêkanînên ku welatê ku îdia dike demokratîk e qet nebe re rû bi rû ne."
'EM PIŞTGIRIYÊ NADIN GUHERTINA QANÛNA BINGEHÎN'
Turkdogan diyar kir ku ÎHD ji roja hatiye avakirin heta niha qanûnek3i bingehîn a demokratîk dixwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qanûna bingehîn a Tirkieyê heta ku azadiya îfade, wekheviya zayendî, pirsgirêka kurd çareser neke bi awayekî rast azadiya ol û baweriyê neyne nepêkan e em piştgiriyê bidin pêşniyarên bi vî rengî. Lê quhertina qanûna bingehîn a ku niha tînin van pirsgirêkan dê girantir bike û rêveberiyê bi temamî otokratîk bikeb Em care dim dibêjin ku piştgiriyê nadin vê. Ekîbekî îtihatperez feraseta xwe ya siyasî li ser me hemûyan ferz dike ev tê vî wateyê." Turkdogan got ku di pêvajoyekê bi vî rengî de ew mecbûr in aştiyê vebêjin ji bo vê yekê dê hewldanên xwe bidomînin.
'HÛN 12 LEŞKER û POLÎSÊN HATINE RAGIRTIN DIZANIN?'
Turkdogan serlêdana 12 malbatên leşker û polîsan a ji bo ÎHD'ê bi bîr xist û wiha got: "Di destên PKK'ê de gelo hûn dizanin 12 leşker û polîs hene? Serokomar got 31 in. Dîroka kesên ku hatine ragirtin her diçê dirêj dibe. Di vî warî de ji îxtidara siyasî tu daxuyanî tuneye. Bifikirin welatek ji bo peywirdarên xwe çawa evqas xemsar dibe. Ji bo ku ev mirov bên berdan û ji bo aştiyê me însiyatîf girt."
'DIVÊ KE LI DIJÎ KHK'AN DERKEVE'
Turkdogan ê ku nirxandina "Di merhayeka ku em hatine de di bin rêveberiya OHAL'ê de ne. Derveyî hiqûqê ye. Bi KHK'ê ve pênaseyên ku di mewzueta me ya ceza û dîsîplînê de tuneye anîn. îxtidara siyasî çawa çarçoveyê datîne dikare wisa binirxîne" kir got ku Konseya Ewropayê (KE) divê li hemberî van KHK'an derkeve. Turkdogan got ku ji ber ku KE toleransê nîşanî Tirkiyeyê dide ev dibe sedema zêdebûna binpêkirinan.
Turkdogan bal kişand li ser binçavkirin û girtinên li dijî HDP û DBP'ê jî û diyar kir ku nêzî 5 hezar siyasetmedar girtî ne û wiha pêdeçû: "Ger hûn li Tirkiyeyê alîgirê partiya îxtidarê ne îradeya gel heye lê alîgirên muxalefetê ne îradya gel tuneye. Yanî îradeya kurdan derbas nabe lê îradeya ku yên dengê xwe didin AK Partiyê heye."
'EM Ê JI BO REFERANDÛMÊ HEYATAN VEXWÎNIN'
Turkdagon têkîldarî referandûmê jî got ku roja referandûmê ew ê wekî komele li her derên ku şax û nûnertiyên wan hene çavdêriya hilbijartinê pêk bînin û heyetên navneteweyî jî dê ji bo referandûmê vexwînin. Turkdogan got ku divê pêvajoya hilbijartinê bê şopandin û wiha got: "Daxwaza me di rewşekî ku ewlehiya sandiqan heye de heferandûm pêk bê û astengiya ku rêxistinên civakî yên sivîl hilbijartinê bişopînin divê bê rakirin."
'MIN PÊVAJOYA KU MÎLÎTARÎZM EVQAS BELAV BÛYE NEDÎTIYE'
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî bal kişand li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha berdewam kir: "Bi taybetî kamera li qawîşên girtiyên jin bi cih dikin, nikarin pêdiviyên xwe yên taybet jî bi cih bînin." Keskîn got ku mafên rojnamegerên ku di bin navê cemaeta Gulen de hatine girtin yên bi parêzeran de gelekî hatiye sînorkirin daxwaza wan a hevdîtinê bi Nazli Ilicak re hatiye redkirin. Keskîn got ku pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê mîlîtarîzm e û nirxandina "Min tu demê pêvajoya ku mîlîtarîzm evqas li her derê belav bûye nedîtiye."
Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê piştre pirsên xebatkarên çapemeniyê bersivandin.