Ulaş Bardakçi li ser gora xwe hat bîranîn

ENQERE - Ciwanên ku yek ji rêveberêb THKP-C Ulaş Bardakçi li ser gora wî bibîranîn wiha gotn: “Me îro ji Ulaş ne tenê ala têkoşînê di heman demê de nirxên piştevaniya şoreşê jî dewr girt.”

Yek ji rêveberên Partiya Eniya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C) Ulaş Bardakçi, k udi 19’ê Sibata 1972’yan de li Arnavutkoya Stenbolê hat qetilkirin di 45’emîn salveger qetilkirina xwe de li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hat bibîranîn. Biranîna ji aliyê Ciwanên Enqereyê ve hat organîzekirin, komek ji ciwanên şoreşger bi pankarta “Di riya Ulaş de ciwan hene” vekirin û ji deriyê goristana duyemîn heta ser gora Bardakçi meşiyan. Di bîranîna ku dirûşmeya “Ulaş Bardakçi bê mirine” hatin berzkirin de dovîzên ku wêneyê bardakçi li serin hatin hilgirtin.

'ME NIRXÊN PIŞTEVANIYA ŞOREŞGERIYÊ DEWR GIRTIN’

Di bîranînê de li ser navê girseyê Devîn Açikelî axivî. Açikelî diyar kir ku kesên ji bo wan li ser vê axê şer kirine ji wan re têkoşîn hiştine û wiha got: “Kesên li ser vê axê û di demên cuda de şer kirin û riya me ronî kirin, pêwîstiyên têkoşîna şoreşgeriyê têgihiştin ji bo ciwan rola xwe ya dîrokî bilîzin ji ciwan re zanist û têkoşînek binirx hiştine.”

Merve Tecîmoglu jî da zanÎn ku wan îro ji Ulaş ne tenê ala têkoşînê di heman demê de nirxên piştevaniya şoreşê jî dewr girtine.

Komê gorên Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan jî ziyaret kirin, çalakiya destberdan cigarê pêkanîn û çalaki bi dawî bû.

ULAŞ BARDAKÇI KIYE?

Bardakçi ku tevlî yekemîn çalakiya bi çek a THKP-C'ê bû di Gulana 1971'an de, ji bo Denîz Gezmîş û hevalên wî ji girtîgehê bên derxistin di revandina Serkonsolusê Îsraîlê Efrayim Elrom de rolek aktif lîst.

Piştî revandina Elrom, Bardakçi di dema destpêkirina Tevgera Balyozê de hat şewitandin û xistin girtîgehê. Bardakçi bi Mahîr Çayan, Cîhan Alptekîn, Ziya Yilmaz û Omer Ayna re di Mijdara 1971’an de ji Girtîgeha Leşkerî ya Maltepeyê reviya.

Bardakçi ku li Stenbolê xebatên xwe yên şoreşgeriya dimeşandin, di 19’ê Sibata 1972’yan de mala wî ya li Arnavutkoya Stenbolê ku xwe têde diveşart hat dorpêçkirin. Bardakçi di mala xwe têde diverşart bi polîsan re ket nava pevçûnê û ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.