Heyeta EUTCC: Hefteyek e em şahidê binpêkirinan in

STENBOL - Heyeta EUTCC a ku hefteyek e li Tirkiyeyê lêkolînê dike civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên heyetê diyar kirin ku daxwaza wan a hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hevserokên Giştî yên HDP'ê re hatiye redkirin û wiha gotin: Hefteyek e heyetê ji binpêkirinên mafên mirovan re şahidî kiriye û rapor amade kiriye."

Heyeta ku ji rojnameger, nivîskar, endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) û Konseya Ewropayê (KE) pêk tê û ji aliyê Komîsyona Welatî ya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) ve hatibûn organîzekirin lêkolînên xwe yên li Amed û Stenbolê temam kir. Heyetê têkîldarî çavdêriyên xwe li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Serbay Koklu endama MYK a HDP'ê Gulsum Agaoglu jî beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

DAXWAZA HEYETÊ YA ÎMRALIYÊ HAT REDKIRIN

Li ser navê heyetê metna hevpar ji Zanîngeha Cambirigê Dr. Thomas Miley xwend û got ku wan bi nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyan ve hevdîtin pêkanîne. Miley wiha got: "Delegasyonê serî li Wezareta Dadgê ya Tirkiyeyê daye û xwestiye bi mîmarê pêvajoya aştiyê Abdullah Ocalan ê ku 18 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin ve xwestiye hevdîtinê pêk bîne lê wezaretê bersiv nedaye vî daxwazê. Heyetê xwestiye bi Demîrtaş ê ku li Edîrneyê derveyî qanûna bnigehîn tê girtin re jî hevdîtinê bike lê ev daxwaz jî hatiye redkirin. Heyetê hefteyekî li welat bûye şahidê binpêkirinên mafan."

'TIRKIYE LI GIRÎ PÊŞNIYARÊN CPT TEVNAGERE'

Miley got ku ew beşdarî dozên parlamenterên HDP'ê jî bûne û wiha got: "Em li Amedê beşdarî doza parlamenterekî HDP'ê ya nehiqûqî û polîtîze bûye. Li Amedê em bi gelek kesan re axivîn. Êrîşên artêşê, binpêkirinên mafan, qedexeya derketina kolanan yek bi yek vegotin." Miley destnîşan kir ku ew ê tîkîldarî çavdêriyên xwe yên hefteyekî dê raporê amade bikinû pêşKêşî saziyên navneteweyî bikin. Miley diyar kir ku di mijara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gorî pêşniyarên CPT tevnagere û dê vî di raporê de bi cih bikin. Miley got ku ew ji bo CPT re hevdîtinê pêk bînin dê çûna Strasburgê plan bikin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Serbay Koklu jî bal kişand li ser rewşa Ocalan û wiha axivî: "Niha welat bi sîstema tecdîrê ya Îmraliyê ve tê rêvebirin. Em astengkirina hevdîtinên bi birêz Ocalan ve tu caran qebûl nakin."

Gulsum Agaoglu jî wiha got: "Têkoşîna ku birêz Ocalan li girava Îmraliyê dide meşandin tenê ji bo gelê kurd na ji bo hemû kesên ku berxwedana ked, aştî û azadiyê dimeşînin e." Piştî civîna çapemeniyê heyet ji avahiya HDP'ê veqetiya.