ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu ê ku di 17'ê sibatê hat girtin ev girtina weke fermanekê bi lêv kir û got: "Dadgeha ku ev biryar bi lez û bez daye xuya ye ku ferman ji derekî girtiye. Lê bila were zanîn ku heya niha nekarîne vîna me dîl bigirin û wê nekarin jî."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku di 15'ê sibatê de ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê ve hatibû berdan û li ser îtîraza dozger careke din ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê ve bi hinceta, "parvekirinên di tora civakî de" û bi îdiaya, "endamê rêxistinê ye di 17'ê sibatê de hat girtin bi riya parêzera xwe Ozlem Zingil peyamek şand. Encu di peyama xwe de bal kişand ser bê hiqûqiya li ser HDP'ê pêk tê û wiha axivî: "Hiqûq bi temamî ji holê tê rakirin û xefka ku li dijî partiya me hatiye danîn roj bi roj kûrtir dibe. Biryarek ku heyetek a dadgehê dide, heyetek din a dadgehê xerab dike. Her çiqas kêm jî be hin dadgerên hiqûqnas li vî welatî mabin jî destûr nayê dayîn ku edalet bigehe cihê xwe."
EV BIRYAR BI TALÎMATEKÎ HATIYE DAYÎN
Encu diyar kir ku bi vê biryarê baweriya li hember dadê careke din hatiye şikandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez ji bo gelê xwe û malbata xwe ziyaret bikim hatim Botanê. Lê bi awayek lez û bez hê ez ji balefirgehê derneketîm hatim binçavkirin û bi wê lezê hatim girtin. Ev jî nîşan dide ku tişta pêk hatî û ev biryar bi talîmatekê hatiye dayîn."
NIKARIN VÎNA ME DESTESER BIKIN
Encu herî dawî got ku ev biryarên siyasî wê nekarin vîna wan desteser bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heya niha bi van biryarên siyasî nekarîn vîna me desteser bikin û ji îro pêde jî wê nekarin. Li hember vê yekê motîvasyona me zêdetir dibe. An em ê serbikevin an em ê serbikevin."