ENQERE - Yek ji akademîsyenên ku hatine îxrackirin Cenk Yîgîter, da zanîn ku dema wan danezana aştiyê îmzekirin dizanîn ku dê berdêlekê bidin û wiha got: “Bedela ku em didin li cem ya kesên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê dan tiştek nîne.”
Akademîsyenên bi KHK’ê hatine îxraçkirin û xwendekarên wan li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civînek çapemeniyê li darxisitn. Serokê Akademiya Mafê Mirovan Husnu Ondul, Doç. Dr. Mustafa Kemal Çoşkun û Cenk Yîgîter ên ji Zanîngeha Enqereyê hatine îxraçkirin û Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Hulya Mendîllîoglu tevlî civînê bûn.
Destpêkê Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Hulya Mendîllîoglu, axivî û wiha got: “Piştî 15’ê Tîrmehê li dijî aliyên muxalif êrîşek heye. ji leşker heta polîsên civakî, akademîsyen heta kakeran ji gelek aliyan ve êrîş dikin. Rojname, televizyon û sazî hatin girtin. Derbarê vê pêvajoyê de tu pêşketinek qanûnî çênebû. Em dihizirin ku dê îxraçkirin berdewam bikin. Li Enqereyê ji bo em biaxivîn bi akademîsyen û xwendekaran re kom bûn.”
‘GER HÛN NE AKP’Î BIN DIBÊJIN WE HEQ KIRIYE’
Doç Dr. Mustafa Kemal Coşkun jî da zanîn ku piştî 15’ê Tîrmehê dewlet hilweşiyaye, mînaka wê jî hilweşîna di pergala hiqûqê de ye û qiha pêde çû: “Ji ber ku hûn bere xwe bidin kuderê hûnê bibînin ku hiqûq nayê bikaranîn. KHK mînakên vê yên girîngin. Ji berk u me îmze avêt em hatin derxistin. Di vê pêvajoyê de ger hûn ne AKP’î bin dibêjin we heq kiriye. Êrîşîn li dijî aliyên muxalif ji ber tirsa windakirinê ya îktîdarê ye. Wekî rewşenbîran me li dijî şerê li welat deng derxist. Niha dixwazin tola vê hilînin. Nikarin me ji civakê bavêjin ji ber ku civak emin.”
'BEDELA EM DIDIN NE TIŞTEKE
Akademîsyen Cenk Yîgîter ê ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê hatiye îxraçkirin jî anî ziman ku par wan di dema welat di nava şer û pevçûnan de bû danezana aştiyê îmzekirin, parvekirin û wiha axivî: “Me dizanî ku em ê di encama vê de bedelekê bidin. Bedela ku em didin li cem ya kesên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê dan tiştek nîne. Dema me da zanîn ku em zanîngehan naterikînin polîsan êrîşî me kirin, pê li cupeyên me kirin û dan diyarkirin ku wan windakiriye. Li Enqereyê komek polîsên tayebt êrîşî çalakiyên civakî dikin. Ev komeke provakatore. Bêtirs û êrîşkarin. Çi dikin bi hêrs û hestan dikin. Dema hatin Cebeciyê wekî ku hatibûn cîhadê bûn. Wekî hûn dizanin Sefîrê Rûsyayê yê enqereyê jî ji aliyê polîsekê ku dirûşmên cîhadê berz dikirin ve li ber kamereyan hat qetilkirin.”