Essa Moosa rakirin nexweşxaneyê

NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê Rêberê Afrîkaya Başûr Nlson Mandela û hevalê wî Essa Moosa rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku rewşa Moosa ne baş e.

Parêzerê Rêberê Afrîkaya Başûr ê efsanewî Nlson Mandela û hevalê wî Essa Moosa rakirin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku rewşa Moosa ne baş e. Heta hînbûn ku Moosa li Başûrê Afrîkayê li nexweşxaneyekî tê dermankirin û rewşa wî giran e.

Siyasetmedarê krud Adem Uzun li ser çapemeniya civakî têkîldarî Moosa peyama "Dostê hêja yê gelê kurd, parêzer û hevalê Mandela, Essa Moosa bi giranî nexweş e. Ji bo wî û malbata wî derbasî be" parve kir.