STENBOL - Lêpirsîna 54 siyasetmedarên di operasyonên hemwext ên Stenbolê de hatin binçavkirin bi dawî bû. Di lêpirsînê de ji 54 kesan 15’ê Sibatê hat pirsin.
Li gelek navçeyên Stenbolê di 9’ê Sibatê de polîsan bi ser malan de girtin û 54 kesên endam û rêveberên HDP, DBP, HDK û TJA’yê ne binçavkirin û ragirtina wan a li Midûryeta Polîsan a Stenbolê didome. Piştî lêpirsîna 54 kesan a li midûryetê bi dawî bû tê payîn ku sibê sewqî dozgeriyê bên kirin.
Ji 54 siyasetmedaran parvekirinên wan ên tora civakî û tiştên li malê hatin dîtin wekî delîl hatin nîşandan hatin pirsin. Lê di îfadeyan de pirsek bal kêş bû. di pirsên derbarê 15’ê Sibatê 18’emîn salvegeran radestkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê de ve îfade hatin bikaranîn: “Rêxistina terorê PKK/KCK, eniya ciwanan a rêxistinê Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û kesên di nava civakê de xebatan didin meşandin, hûn wekî endamên rêxistinê ji bo hilweşandin û şewitandinê ku ji aliyên jor ên rêxistinê ferman digirin hatiye tesbîtkirin ku dê li bajar xebatên wiha bidin meşandin ji ber vê hekê hûn hatine binçavkirin. Hûn ji bo çalaki û fermanan pêk bînin di nava kîjan amadekariyan de ne? Ji bo çalakiyê pêk bînin we ji endamên rêxistinê ferman girtin an na?”