EDENE /XARPÊT- Civînên gel ên HDP'ê li Edene û Xarpêtê berdewam kir. Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku di pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn de demokrasî dernakeve û nirxandina "Dê 'Na' di vî hilbijartinê de bi ser keve" kir.
HDP'ê di çarçoveya xebatên referandûma 16'ê Nîsanê de li Xarpêtê civîna gel li dar xist. Parlamenterê HDP'ê Erdal Ataş, Endamê MYK'ê ya HDP'ê Nasîp Gultekîn beşdarî civînê bûn û bi rêzgirtinê dest pê kir. Gultekîn ê di civînê de axivî bal kişand li ser girtinên parlamenteran û tayînkirina qeyûman.
Ataş jî di axaftina xwe de got ku divê têkoşîn bê xurtkirin. Ataş destnîşan kir ku di vê guhertinê de mafên jin, kedkar û gelek beşên civakê hatine binpêkirin. Di axaftinên hatin kirin de hat xwestin ku di referandûmê de dengê "Na" bê bikaranîn.
'EM Ê SEDEMÊN NA LI HER DERÊ VEBÊJIN'
Rêxisitina HDP'ê ya Edeneyê jî civîna gel li dar xist. Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Asiye Kolçak beşdarî civînê bûn. Di civînê de jinan bi erbaneyan strana "Na" stran û dîmenên rengîn derketin holê.
Kolçak a di civînê de axivî û got ku 11 paralementerên wan dîl hatine girtin destnedayîna 11 bajaran tunehesibandin faşîzm e. Kolçak der barê pêkûtiyên li ser partiya wan de got ku AK Partî bi hemû derfetên dewletê xebatên referandûmê dimeşîne û ew di bin pêkûtiyan de xebatên xwe dimeşînin. Kolçak got ku ew ê "Na" rêxistin bikin û rejîma "faşîst" bi dawî bikin.
Parlamenter Başaran jî anî ziman ku li hemberî darbeya 15'ê tîrmehê darbeya sivîl hatile kirin û di encama vî darbeyê de hevalên wan ên parlamenter hatine dîlgirtin. Başaran got ku naveroka qanûna bingehîn ji civakê tê weşartin û nirxandina "Navê vî padişahî û dîkotatorî ye. Ji vî paketê demokrasî dernakeve" kir.
Başaran got ku AK Partî bi derfetên dewletê kampanya dide meşandin lê ew bi derfetên gel xebatên xwe didin meşandin. Başaran got ku li gorî anketan "Na" li pêş e ger ku "Erê" derkeve dê mafên hemû kesan bi KHK'an ve ji destên wan bê girtin. Başaran got ku bila tu kes bi derewê "boykotê" bawer nekin biçin li ser sandıqan û wiha got: "Bila gelê me bi vî derewî bawer nekin. Li her derê bila 'Na' rêxistin bikin. Dê di vî hilbijartinê de 'Na' bi ser keve."
'JI MECLÎSÊ DERBAS KIRIN LÊ JI ME DERBAS NABE'
Partiya Yeşîler û Sol Pêşerojê li avahiya Şaxa Dîlokê ji bo kampanya ya na yê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevbedevkên YSGP’ê ku bajar bi bajar digerin vê carê jî li Dîlokê civîn li darxistin. Hevberdevkên Giştî yên YSGP’ê, endamên HDP, DBP û gelek endamên YSGP’ê tevlî civînê bûn. Di civînê de pankarên “Em ji bo mekazagonek pirreng, demokratik û ekolojîk dibêjin na”, “Em ji bo gotin û biyar bibe ya gel dibêjin na” û “Em ji bo mafê xwe yê di aştiyê de dibêjin na” hatin hilawestin.
‘JI BO QANÛNEKÎ BINGEHÎN A DEMOKRATÎK HEVPEYMAN BI GEL RE PÊWÎST E’
Di civînê de Hevberdevka YSGP’ê Eylem Tuncaelî axivî û diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê dixwaze zagonek ku maf, demokrasi, azadî û ekolojiyê ji holê radike çêke û wiha got: “Dema AKP gel vedixwîne referandumê, wekî ku mekazagona wî ji ya 12’ê îlonê gelek baştire dide xûyan. Lê di rastiyê de mekazagona nû ji ya 12’ê îlonê otorîter tir û antî demokaratîke. Ji bo wê jî em ji mekazagona ku ya ji beriya xwe jî bi cih dihêle re dibêjin na. Lê em di vê baweriyê de ne ku pêwîstiya me bi mekazagonek ekolojîk, wekhev, azad ku bi hevpeymana gel hatî amedekirin heye.”
Tuncaelî da zanîn ku ew bawerin ku dê gelê Tirkiye yê bêje bese û ji bo mekazagonek demokratik bêjin na û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji meclîsê derbaz bû lê ji me derbaz nabe. Ji bo jiyanek demokrasi, aştî û azadî êdî bese na.”