MUNÎH - Serokê Giştî yê PDK’ê Mesut Barzanî, li Amlanyayê bi Serokwezîr Bînalî Yildirim û MÎT’ê re hevdîtinek pêk anî. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de pirsgirêkên li herêmê hatin nîqaşkirin û derbarê daneyên hevdîtinê de agahî nehatin dayîn.
Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesut Barzanî bi Serokwezîr Bînalî Yildirim û rayedarên MÎT’ê re li bajarê Muhîn ê Almanyayê hevdîtinek pêk anî û hat diyarkirin di hevdîtinê de pirsgirêkên herêmê hatin nîqaşkirin. Hat zanîn ku Wezîrê Yeketiya Ewropayê Omer Çelîk, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Musteşarê Wezîrê Karên Derve Umît Yalçin, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan, Cigirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker û Seferê Tirkiyeyê yê Almanyayê Alî Kemal Aydin tevlî hevdîtinê bûne. Yildirim ku ji bo tevlî 53’yemîn Konferansa Ewlehiyê ya Navneteweyî ya Munîhê û hevdîtinan pêk bîne li Almanyayê ye li otelekê bi Barzanîn re civînek 40 deqeyî ji çapemeniyê re girtî li darxist.
NAVENROK NEHAT GOTIN
Derbarê naveroka mijara hevdîtina Barzanî û Yildirim agahî nehatin girtin û hat nîşandan k udi hevdîtinan de mijarên girêdayî PKK’ê hatine nîqaşkirin. Hat diyarkirin ku Barzanî derbarê geşedanên herêmê de agahî dane û ji bo hevdîtin zêdetir bibin peyman çêkirine.