Welatiyê ji sedî 92 astengdar hat binçavkirin

RIHA- Li navçeya Wêranşarê di operasyonê de welatiyê ji bedî 92 astengdar Azîz Kanar hat binçavkirin.

Li navçeya Wêranşarê ya Rİhayê di berdegirtinên malan de welatiyê ji sedî 92 astengdar e yê binavê Azîz Kanar hat binçavkirin. Bavê Kanar, Halîl Kanar got ku kurê wî 16 sal in di nava nivînande ye, serê sibehê polîsan bi ser mala wan de girtine û kurê wî bin çav kirine. Kanar got ku ji ber ku kurê wî di 2001'an de qeza derbas kir rapora ji sedî 92 astengdar e girtiye û wiha axivî: "Kurê min bi tena serê xwe nikare li ser xwe bisekine. Nİkare pêdiviyên xwe bi tena serê xwe bi cih bîne. Ji sedî 92 astengdar e." Kanar serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê da.