AMED - Li parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr bi îdiaya dema Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê bû di 2012'an de "heqeret" li polîsan kiriye ji saleke heta 3 salan bi daxwaza cezayê doz hate vekirin.
Li parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr bi îdiaya dema Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê bû di 2012'an de "heqeret" di çalakiya ku li ber Walîtiya Amedê ji bo balê bikişînin li ser greva birçîbûnê ye li girtîgehan hatiye destpêkirin li polîsan kiriye ji saleke heta 3 salan bi daxwaza cezayê doz hate vekirin. Di îdianameya ku ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Amedê ve hat qebûlkirin de ji bo Baydemîr ji saleke heta 3 salan ceza tê xwestin. Di îdianameyê de polîsên bi navê Y.C. B.G. û M.U. yên Berdevkê HDK'ê yê Amedê Huseyîn Bardakçi derb kirin û bevilê wî şikandin wekî mexdûr cih digirin, polîsê bi navê A.S. jî wekî "muştekî" cih digire. Di îdianameyê de tê gotin ku rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Amedê ji bo balê bikişîne li ser greva birçîbûnê bi navê "Ji bo jiyana azad hevdîtina wijdanê" di 12'ê Mijdara 2012'an de li Qada Batikentê ji bo mîtîngê serî li Walîtiya Amedê daye lê ev mîtîng bi biryara walitiyê hatiye qedekekirin.
DI ÎDIANAMEYÊ DE QALA ŞÎDETA POLÎSAN NAYÊ KIRIN
Di îdianameyê de tê gotin ku ji ber ku destur nehatibû dayîn Hevserokên Giştî yên BDP'ê yê Baydemîr û parlamenter bi hevre ji bo biryara walîtiyê şermezar bikin bi çalakiya rûniştinê li dar xistine û piştî çalakiyê Baydemîr bi parlamenteran re heta maqema walî hatiye. Di îdianameyê de tê gotin Baydemîr ji bo polîsên ku xwestine wî ji avahiya walîtiyê derxînin gotina "Xwedê bela xwe bide we faşîstino. Xwedê we tune bike, bêşerefino, faşîstên alçax" bi kar aniye û bi vî rengî heqeret li peywirdarên cemaweriyê kiriye. Di îdianameyê de qet qala şîdeta polîsan a ku li hemberî Hevberdevkê HDK'ê yê Amedê Huseyîn Bardakçi nayê kirin. Her wiha di îdianameyê de tê gotin ku Baydemîr beriya ku bibe parlamenter di îfadeya xwe ya daye dozgeriyê de sûcê ku tê gotin qebûl kiriye.
Doz dê di meha adarê de li 4'emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Amedê bê dîtin.
BIRYARA BI ZORÊ ANÎNE
Li aliyê din 4'emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Amedê ku îdianame qebûl kir ji bo ku îfadeya Baydemîr li Enqereyê bê girtin li 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê re nivîs şandiye. Dadgehê ji ber ku Baydemîr beşdarî doza ku di 2'yê Sibatê de li Amedê nebû de biryara bi zorê anîn da.