Xizmê Erdogan: Dema hewce bû çekên me amade ne

NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku Zavê kurê Serokomar Erdogan Bilal Erdogan Orhan Uzuner, li Tirkiye koma “Bira bimîne Tirkiye" ava kiriye û di civîna komê de gotiye “Em li dora Rêberê xwe Serokomar Erdogan bûn xelek. Dema hewce bû bi qasî pêdiviyên me çek hene."

Serokomar Tayyip Erdogan diyar kiribû ku wî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ji zavê xwe Ziya Îlgen’ bihîstiye. Xizmê Serokomarê Tayyip Erdogan Orhan Uzuner, piştî hewldana darbeyê koma bi navê “Bira bimîne Tirkiye" ava kir. Koma ku di pêşengiya Uzuner de hat avakirin ji bo ragihandinê koma WhatsApp ava kir. Li gorî nûçeya Cumhuriyetê hat diyarkirin ku Zavê kure Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan, Bîlal Erdogan ê bi anvê Orhan Uzuner bi navê “Bira bimîne Tirkiye" piştî 15'ê Tîrmehê kom ava kiriye. Kesên beşdarî koma WhatsApp bûne serokê wan ê fikrê Orhan Uzuner xuya dibe.
Pêşengê Komê Uzuner di civîna komê de diyar kir ku li dijî serhildan û hewldanek darbeyê di demek nêzîk de gel daxin kolanan bi armanca bingeha vê yekê ava bike ev kom avakirin.

Hemû kesên beşdarî koma “Bira Bimîne Tirkiye" de cih digirin beşdarî koma WhatsApp'ê dibin. Ji hemû endamê komê tê xwestin ku her yek komek xwe ya WhatsAppê ava bike. Her çend komên WhatsApp ji hev bê agahî bin jî Uzuner, hemû komên WhatsApp'ê kontrol dike. Tê gotin ku di nava xebatên ragihandinê yên komê de perala Bêtêlê jî heye. Hat diyarkirin ku Uzuner ji her navçeyekê plan dike ku 3 bêtêlan (telsîz) tehsîs bike. Berpirsiyarên bêtêlan jî ji aliyê Uzuner ve tê diyarkirin.

Kom dîsa li ser riya telefonên bi aqil bi bernameya “Zello” pêş dixin. Kesên wê komê qebûl dikin bi riya bêtêlê hev agahdar dikin. Hat zanîn ku heta niha 300 endamên wan hene. Şîfreya ketina pêkanînê jî “1071. ye. Hat diyarkirin ku komê radyoyek li ser înternetê ava kiriye û bêtir behsa xebatên xwe dikin.
Hat diyarkirin ku endamên komê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Paratina Sivîl a Hewa bi qasî 36 saetan perwerdehiya balafinên bê mirov "Heron/drone" dide wan.

Hat zanîn ku koma “Bira Bimîne Tirkiye" di destpêka meha çile de civîn pêk anîye û di civîne de Uzuner, li ser stratejî û armanca komê agahî parve kirine. Uzuner, di civîna komê de wiha gotibû: "Em hemû bi hevre Tirkiye ne. Em lidora rêberê xwe ku sembola azadiyê ye Serokomar Tayyip Erdogan kom bûn. Em naxwazin zerar bikêje wî. Li ser navê komê cîhaz û amûrên pêwist me temîn kirin. Cîhaza me ya herî miçûk fîrfîrk(pîspîsk) e. Dema hewce be bi qasî em bikar bînin çek hene.