Rêxistina Ciwanan: Em dê dîsa bi ser bikevin

ANTALYA - Rêxistinên ciwanan ên li Antalya kom bûn, diyar kirin ku bi armanca di referandumê de “Na" bi rêxistin bikin, dê bi komîteyên ciwanên lîse, zanîngehê re bixebitin. Ciwanan diyar kirin ku berê ew bi ser ketin dê dîsa bi ser bikevin.

Ciwanên Antalyayî bi armanca ciwanên lîse û zanîngehê bi rêxistin bikin şevê din bi navê “Ciwanên Antalyayî dibêjin Na' forum pêk anîn. Di civîna forumê de xwendekarên lîse, Kolektifa Xwendekaran, Genç Umut ên Lîse, Halk-Lis, Malên Gel, Baskê Ciwanên CHP'ê, Kolektdifa Antalya Spor û LGBTİ+ amade bûn. Di foruma ku rûniştina ciwanên lîs, zanîngehê û serbest fikrên xwe anîn ziman de Axaftina vekirinê ciwanê bi navê Îldeniz Koca kir. Koca, anî ziman ku bi vê pergala ku di xwaze di referandumê de erê bike dê bêtir ciwanan kole bike û xwest hemû ciwan li dijî vê kampanyayê bêjn "Na" û bêtir li dora "Na" xwe bi rêxistin bikin.

Îldeniz Koca axaftina encamnameyê de jî anî ziman ku ciwan bi ser ketin û dê dîsa bi ser bikevin û wiha got: "Em di berxwedana Gezî li kolanan û di 7'ê Hezîranê di sindoqan de bi ser ketin û dê dîsa bi ser bikevin. Koca, bilêv kir ku ew dê bêjin "Na" û "Na" bi hevkariya xwendekarên lîse û zanîngehê li her derê bi rêxistin bikin."