ENQERE- Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim hate binçavkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim ê ku serê sibehê ji balafirgehê diçî Enqereyê hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Yildirim birine emniyetê.
Li Semsûr a ku Yildirim hat binçavkirin Serokomar Tayyîp Erdogan duh ji hilbijêrên HDP'ê ji bo referandûmê dengê "Erê" xwestibû.
Der barê Yildirim de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve têkîldarî 6 dosyayên cuda îdianame hatiye amadekirin. Yildirim ji ber ku di 17'ê Sibatê de beşdarî doza xwe ya li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran nebûbû der barî wî de biryara girtinê hatibû derxistin. Di doza ku hate vekirin de Yildirim bi "endamtiya rêxistinê" "biçûkxistina saziyên dewletê" "maxalefeta li dijî qanûna meş, xwepêşandan û civînan" ve tê sûcdarkirin.