Zarok TV vebû rûyê zarokan keniya

AMED - Piştî ku Zarok TV ji ber nerazîbûnan careke din vebû, zarokên ku dikarin dîsa bi zimanê dayika xwe xêzefîlman temaşe dikin rûyên wan keniya.

Zarok Tv a ku di 21'ê Adara 2015'an de hatibû vekirin di 28'ê îlonê de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve bi gelek kanalên televîzyonan ve hatibû girtin. Li ser nerazîbanan û bangawaziyan Zarok TV careke din dest bi weşanê kir. Herê zêde jî zarok ji bo vê kêfxweş bûn. Zarokên ku diyar kirin ku ji Zarok TV gelek tişt hîn bûne kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina televîzyonê nîşan didin.

'EZ Ê ŞÎRÎNOKAN CAREKE DİN TEMAŞE BIKIM'

Zarokê bi navê Werdê Ebdî yê 10 salî diyar kir ku kurdî bi saya Zarok TV hîn bûye û wiha got: "Ez ê bikaribim stranên kurdî, Şîrînokan û xêzefîlman careke din temaşe bikim. Zarok TV pir xweş e. Wekî hemû zarokan ez jî Kêfxweş bûm."

'EZ Ê BÊHTIR ZAROK TV TEMAŞE BIKIM'

Zarokê bi navê Nûpelda Nakiş ê 10 salî ku diçe dibistana ku bi kurdî pewrede dide jî got ku ew ê ji niha û pêve bêhtir Zarok TV temaşe bike û wiha axivî: "Ji ber vekirina kanalê me kêfxweş bûn. Me Şîrînok û gelek bernameyên din temaşe dikir. Em hînî gelek tiştan dibûn. Ez ê ji niha û şunde bêhtir Zarok TV temaşe bikim. Ez dixwazim hemû zarok, Zarok TV temaşe bikin."