Li Xerabê Bava 3 cenaze anîn Mêrdînê

MÊRDÎN - Li gundê Xerabê Bava ya ku 10 roj in operasyona leşkerî berdewam dike, cenazeyên 3 kesên hatin kuştin û nasnameyên wan nediyar in anîn Mêrdînê.

Li gundê Xerabê Bava ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di operasyona ku 10 rojin berdewam dike de cenazeyên 3 kesên hatin kuştin anîn Mêrdînê. Hate hînbûn ku cenaze bi helîkopteran hatine girtin û cenazeyên hatine parçekirin ên ku tîmên taybet di çapemeniya civakî de parve kirin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Nasnameya kesên ku hatin kuytin nehat hînbûn, der barê aqûbeta 2 kesên winda ye de jî agahî nehat bidestxistin.