MÊRDÎN - Li gundê Xerabê Bava di dorpêça ku 10 roj in berdewam dike de Ş.D. a ku me xwe gihand diyar kir ku li gund rewş her diçe xirabtir dibe û wiha got: "Îro maleke din jî şewitandin, agir bilind dibe."
Li gundê Xerabê Bavê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dorpêça ku 10 rojan berdewam dike. Li gundê ku birçîbûn û nexweşî rûda bi derfên kêm ji welatiyan agahî tê girtin. Welatiyê bi navê Ş.D. ê ku serê sibehê me bi telefonê xwe gihand diyar kir ku li gund rewş her diçe xirab dibe. Ş.D got ku ji gund bênavber dengên çekan tê û wiha axivî: "Gaveke berê jî dengê çekan dihat. Serê sibehê jî malek şewitandin. Ji ber ku dur e em nizanin mala kê ye, kû der hatiye şewitandin. Lê diyar e ku malek dişewite."
Ş.D. got ku hê jî destur nayê dayîn derkevin derve û wiha berdewam kir: "Em nikarin li sewalên xwe binêrin. Em li hundir in desturê nadin. Desturê nadin ku em biçin mala apê xwe jî. Em nizanin rewşa wî çi ye. Dibêjin qedexe ye."
HER ROJ LI MALAN LÊGERÎNÊ DIKIN
Ş.D. da zanîn ku di şertên pir zehmet de dikare biaxive û wiha pêde çû: "Her roj bi ser malan de digirin. Em çûn li sewalên apê xwe binêrin lê destur nedan. Malek bi sewalan ve şewitandine. Her roj tên lêgerînê dikin. Deriyê mala me jî şikandin. Li binê lehîf î nivînên me dinêrin. Her tiştî dişewitînin."
'DESTURÊ NADIN EM BIAXIVIN'
Ş.D. anî ziman ku ew nikarin pirsekî jî ji leşkerên bi ser malan de digirin bikin û wiha axivî: "Desturê nadin ku mirov biaxivin. Dema ku nêzî malên me tên ji bo ku dester nekin em telefonên xwe vedişêrin."